Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ew milkê kurda] de;

2. Li gor gotinan sirûdeke tirkan (bnr: ankara marşı) muzîka xwe ji vê strana kurdî dizandiye. Wek gelek stranên din ên kurdî xwestine vê jî bikin malê xwe. Lê naa. Di vê vîdyoya ji stêrk tv de gerîlayek pêşiyê aliyekê bandê li teybê dide ankara marşı 10 saniyekî lê dide, gerîla cardin bandê derdixe dizivirîne aliyê din vêcarê axayê dengxweşiyê Seîdê Hemo dibêje:







15.02.2015 18:36 | xendekî

1. Straneke seîd axayê cizîrî an jî bi navê din seîdê hemo ye, gotinên stranê wiha ne:



Ew Milkê Kurda



Ew milkê Kurda tev xêr û bêr e

Alik mehden e tev zîv û zêr e



Em îro çi bikin maye ji xelkê re

Em îro çi bikin maye ji xelkê re



Hey eman eman sed caran eman

Xelkê em kuştin avêtin çeman



Tev şêr û hakim nav em de neman

(Herkes awakî em her ya xwe man)?



Ew milkê Kurda temam kanîne

Ew milkê Kurda temam kanîne



Her mêrik Kurda b'hefsed mêrî ne

Îro em çi bikin me kesik nîn e



Her mêrik Kurda b'hefsed mêrî ne

Îro em çi bikin axxx em bêxweyî ne



Ew milkê Kurda hemû seyran e

Ew milkê Kurda hemû seyran e



Ew cihê henê cihê xeman e

Ev dinya henê cihê xeman e





Seîdê Hemo (Seîd Axayê Cizîrî)



Çavkanî: asoya helbesta kurdî *



15.02.2015 18:31 | xendekî