8. helbestvanê vê helbestê:
Ez zaremya
bizmika zimanê min zengiya
û zeng firîdî ji keviya lêvên min.
Min dît.
Di çêja peyvên hêwişandî de…
Min tamijand bi zimanê zivrikî.
Rahnên xewlaneya hişê ferhengê qolinc girt.
Min dît.
Û mezin bûm ji nişkan ve.
Êdî di devê min de hilnehat ziman.
......
Zimanê li şêmûgê yê şeva bêpenah.
ji paxila diya min xewn xurucîn zengeloka min.
Tahmzilindar.
Min dît.
firidî pêsîra diya min ji biskên berbangê.
Ji şîr vebûm ji nişkan ve.
Rahnên xewlaneya hişê şevê qolinc girt.
Min dît
Û biçûk bûm ji nişkan ve.
Êdî di devê min de hilnehat pêsîra diya min.
.....
Awiqîn mar.
Danegeriyan xewnên xwêdayî.
Kirasrizyayî û kulek
di kefa destê min de.
Min dît.
Ava zikê xwe vexwar mar.
Bi cizbê ket cuzûyên bextê bavê min.
Min dît
Û mezin bûm ji nişkan ve.
Êdî di kirasê bavê min de hilnehat laşê min…
....
Sênga lêvên qelaçî yên nixuriya min
Di xurîniyeke xewle de talan bû
Min dît
Tofan bû
Û miriyên beriya tofanê
Di dexlê bêbext-an
Giriyê bêwext-an
Xencerên bêtextan de riziyan
Min dît
Û pêrgî rûyê egir hatim ji nişkan ve
Êdî ji bîr ve nebûm li tu mişextan .
Irfan Amîda
|