1. Helbesteke omer faruk baran e. Di pêşbaziya helbest û çîrokê ya Huseyin Çelebî de xelata duyemîn wergirtiye
BÎRÊMJAR – O. Faruq Baran
li ber dîwarê mizgefteke kevn
bi îmana xwe ya nû kamilbûyî
bêjingek ayet didizim ji hafizekî kor
da û za yên bi xwe
yekser li min digerin
ne şêr im, xwe ve-dişêrim
ayetan dikim belavok
li ser gorên sê kalên wenda
belav dikim xêra diya xwe ya dilrehm
şop tê ser min û mirinê
di rojeke têrşev de
têm ”toros”andin, ditirsim
spî, dûr, hêdî
di pozê min de bêhna qeracekî
lê kulê lê
nifir û kafirên deştê min çê nas dikin
stûyê min li tekerên kamyonan digere
zimanê min deynê me î ceryanê dide
emrê min qut dibe
dixerbilim
li min dikin ava bûzê
çi’bkim memkê qîzê
ji qasidê mirinê re çavan diqirpînim
dikevim xeweke giran
xwe giran dikim bi egal û dolbendekê
ji ber dikim kilamên dengbêjekî zimangiran
e z û … ji bîr dikim
Çemê Çetelê jî ji xalê min xeyîdiye niha
bêje çavê min ê bejî
so heft bavan diajo
û çawa be jî xew xweş e lê sêdaran
qene be dijidînin qirikên serhildêr
xwe didimê, bala xwe didimê
bîîîîîîrrrr, dengan dişeniqîne
bîrbîn im
laşê min dişibe kaxetên tûrnosolê
di çilkek asît de sor dibim
du qirûş û nîvê min zêde
lê terekeyê min têra telqînekê jî nake
dizanim
ji bîr nakim
jiyana xwe
ji dil didim
Omer Faruk Baran
Tionek-Sirûc / Havîn 2011
*Vê helbestê di pêşbaziya helbest û çîrokê a Huseyin Çelebi de xelata duyemîn wergirtiye.
|