Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

93. silav rojnivîska delalî
îro jî berêvarkî li malê tenê me. hingî tişt he ne, hingî bûyer diqewimin êdî mirov bi xwe re nabîne binivîse; ev çi heyat e ku em pê evqasî diwestin!
ji girînê diwestin
ji bazdanê diwestin
ji vexwarina avê diwestin
ji nivîs û xwendinê ji axaftinê
ji rêveçûnê ji guhdarkirinê...
westand, westam, diwestin, westiyayî, westaye...



31.10.2016 17:13 | xendekî

87. rojbaş rojnivîskê
beyanî be xêr
îro 23ê meha kewçêrê ya sala 2016ê ye. ji rojan yekşem e. emro zanîngeh tune ye, spartek tune ne, plan nîn in; seet bûye 11:00ê nîvro hê xewde bûm.
rojeke xweş e yanî; ji qîrevîj û qareqara sedsala 21ê herkes kerixîye, lê yek ji me nikare bêje ka bise yaw, ev çi heyat e; em çi insan in, herrooj şer şer şer şer şer şer, kuştin, teqîn û dagirkerî. em nikarin berê xwe bidin marsê jî, ku biken pismam; avgîrek e jiyan.



23.10.2016 11:21 | xendekî

84. dil bêhedan e, bêhedar e, dil bêhal e lê rojnivîskê!



06.09.2016 12:42 | xendekî

34. rojbaş tirşikê!

rojeke nû destpê dike dîsa di van rojên têr-xwîn de. li amedê di otobuseke ji seda 90î tirkîaxêv de ber bi zankoya hiqûqê ve bi hevalekî navê wî şiyar botan lê piça kurdî nizane re di gel tîrêjên rojê yên gava otobus ji vîraja fîskaya dizivire di nava otobusê de 180° digere diçin. û ava mezin xuya dike, baxçeyên hewselê yên bi rengê payîzê xemilî wek ku li kurdistanê şereke qirêj nîn e û wek ku kurdistan nr di bin nîrê tirko de ye dikene. de bikene...



11.11.2015 09:03 | xendekî

31. silav rojnivîskê! ev cara ewil e ji bo te dinivîsim. nizanim çima dinivîsim, belkî êdî tiştek nema em binivîsin û bêjin, belkî êdî fihêt dikin biaxivim hatim ber deriyê te. dibêjin her tişt hal dibe, erê baba, her tişt hal dibe lê ev meseleya kurdistanê çima hal nabe? niha her tişt serobino bûye rojnivîskê. li rojava şer e, şerê daîş û cengaweran şêrên deştê ypgê ye, her ku ypg pêşve diçe dewleta tirk dixwaze xira bike, planên kûr dike (belkî ne kûr be, planên rojqedên bin) lê rihet nasekine, niha tenê ji rojava hin xeberên xweş tên, li gor agahiyên duh heseke ji daîşê hatiye paqijkirin, şervanan qira wan ji nav hesekê rakiriye. lê li bakur rewş ne wisa rojnivîskê, her tişt tevlîhev bûye, piştî hilbijartinan wî devbigûyî devê xwe xira kir û pêvajo jî rakir, got pirsgirêka kurd nîn e, lihevhatin pêvajo tiştek tune ye, piştî van gotinên wî leşkerên wî çiyayên kurdistanê dan ber agir, du hefteyan sax her roj li deverekî agir bi çiyayên te ket rojnivîskê (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê), dûvre li sirûcê bombe dan teqandin, dûvre dest bi destgîrkirinan kirin û dest bi bombebarandinê kirin, va hefteyeke bi firokeyên cengî f16yan qendîl û çiyayên kurdistanê didin ber bombeyan û duh sivîl qetilkirin, 8 welatiyên başûrê kurdistanê ji aliyê firokeyên cengî yên tirkan ve hate kuştin, erê dîsa, ez zanim tu dibêjî -vana hê heyfa solînê û malbta wê neda, erê carek din gundî insanên sivîl qetilkirin. li başûr qrîza aborî, siyaseteke dubendî heye, pdk êrîşên artêşa tirk mafdar dibîne ynk û goran dibêje bila derhal bisekine, yek dibêje bila pkk ji başûrê kurdistanê derkeve, yên bakur jî bi reşkirineke dehşet êrîşî pdkê dike, pdk jî eynî wisa reşkirinê dike. rojhilat kerr e, a rast li benda teqanekî ye. herroj cinazeyên şehîdên kurdistanê li bajarên kurdistanê belav dibin, dewleta tirk nahêle 13 meytên şehîdên rojava werin malên xwe binax bibin. yanî tu dîbînî rewş malwêranî ye, ne tişteke din e. belkî ji ber wê kes nayê li ba te nanivîse tirşikê.



02.08.2015 20:58 | xendekî