Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan] de;

9. Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ser çiyayên Kurdistanê şehîd ketibûn, yên din jî nizanim li ewropa an li stenbolê bû diman.



Ew û jina xwe fatmelek tenê diman, odeyeke wan û mitfeqeke wan hebû, mirîşk û çîçikên wan û çend avîkên wan hebûn.



Emrê wî li gor texmîna min ji 60'î rihet bihurîbû, qutestûr bû, ango bejna wî kin lê xwe bû, xurt bû. Jina wî belkî jê mezintir be jî ez wê baş nizanim lê jê ketîtir bû, çavên wê baş nedidîtin, gelek nexweşiyên wê hebûn û pir yextiyar dixuya nedikarî zû hereket bikira. Lê xalê reşîd di wî emrê xwe de gava di nava gund de diçû dihat dengê xwe bilind kir wileh wileh gund dihejiya, hemû gundî ji xew şiyar dikirin.



Ji ber ku li gund tena serê xwe diman diviyabû debara xwe bikiran, xalê reşîd jî ji ber wê di wî emrê xwe de diçû ber garana gund, sibeh zû xwe ji tara banî diberda tara xwarê kopal bû an tenê darek bû herdem di destê wî de bû diavêt ser patka xwe bi herdu destên xwe jî xwe pê digirt û seet pêncê sibê digot "heeeyhêêêêê gundîno de rabin" bi dengê wî yên di xew de radibûn, çêlek didan hev û garana xw dibir êvarî jî dianî.



Rojekê palehiya wî hebû, feqîro hinek erd çandibû û ji ber ku kesê wî nebû hat ji ciwanên gund alîkarî xwest, axir ez jî navde qederî pênc şeş kesan em çûn alîkariya wî, ez bawer im heta nîvro me lê da û me xilas kir, axir em hatin, vêca te dî edet e gava te hinek birin alîkariya xwe nîvro jî mirov xwarinê dide wan, em birin mala xwe, belkî ew cara ewil bû ez çûm mala wî de, rabû wî bixwe çû hêk anîn dims anî çaya xwe danî ser, hêkedims ji bo me çêkir (ji ber ku li mala wî tişteke din tune bû), te dî jina wî nikarî çêke, ser wê westandina xwe ve, ser wî emrê xwe ve hat ji me re tiştnin amade kirin, me xwar em çûn malên xwe.



ka mijara me çi bû, ha vêca wî zilamî, wî zilamê 60-70 salî ji me re jî xwarin çêkir, ji jina xwe ya kor re jî xwarin çêdikir, serê wê dişûşt, her tiştê wê jinikê ew zilam bû haaa, mêrê kurd ew zilam bû, xalê reşîd bû, bavê du şehîdan, di nav feqîriyê de bû.



Piştî çend salan xebera mirina wî hate min, ez li Cizîrê bûm, rojekî ew zilamê weke çiyayekî ew zilamê bi dengê xwe yê 60 salî gundek ji xew şiyar dikir di carekî de mir, çîkek li dilê wî dabû, qrîza dil derbas kiribû, axir xwe negirt, ew laşê ji barê dinyayê westayî xwe negirt û ji me ji xendekê bar kir çû. Paşî zarokên wî yên hatin diya xwe birin û xalê reşîd bi dengê xwe ji kolanên xendekê winda bû.



28.03.2015 16:00 ~16:05 | xendekî