Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêjî] de;

9. Bavê min dibêje:

(bnr: singa dengbêjan weke kitêbekî ye)



18.12.2014 21:13 | xendekî

8. Li gor min ji van herdu peyvan pêk tê:

deng + pehtin

Ango seydayê/a dengî, kesên ku deng dipêjin.



18.12.2014 21:12 | xendekî

3. mîra bihar e



Mîra bihar e li binê vê beriyê şêra bihar e li binê ve beriyê

Teyê heşîn dike kûlîlûka pîjyana mala bavê xweyî şewitî

Na wile reş tehliyê malê me wê danîne li ber kelekê li ber gemiyê

Derbasbûne Xendek û Cirehiyê na wile çemê Zihêriyê

Malxwê banî dike kevaniyê

Tûyî dagre çeltekê diyariyê, em ê nêriya qentar bikin berana bidine pêşiyê

Em ê biçine serdana mîrê kurmançiyê

Belkî berdê lawkê min rebena Xwedê, bê bibe şivanê pezikê dûşaniyê

Lo lo lo heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê



Mîra bihar e, dilikê min bi hezêze, şêra bihar e dilikê min bi hezêze

Kerî û kervanê li Banê Xanê ziravka Hoserê bûne rêz bi rêz e

Kesekê li ser dewr û zemana neditiye mîr û hakim bigrine kere şivanê li peşya pêze

Heyla li min jarê heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê



Mîra bahar e dilikê min bihane şêra bahar e dilikê min bihane lo lo lo

Bila Xwedê avaneke Cizîra Botan e neyê li têde sêxê mane ne melane

Neyê têde keşe mane ne metrane

Neyê têde mane cot meelmên van cuhiyane

Ezê biçim belkî berdin, bê bibe şivanê va pezane

Heyla li min jarê heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê

...







Berhevkar: Mihyedîn DUYMAK



30.12.2013 02:29 | xendekî