Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eznawir] de;

1. yek ji hespên navdar ên kurdistanê ye. navê hespê ferzende beg e, di kilama şakiro a li ser serhildana agirî û ferzende beg distrê de derbas dibe:



Lê Asyayê bi sê denga bang lê dike

Dibê de lê lê Besrayê

Hey lê agirê Helebê

Bi derê mala bavê te ketê

Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê

Tu bêje Ferzende mala te xirab be

Lo bila mala min jî pê re

Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’

Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im

Xwedanê kuçik çapliya me

Rojê qale qalê oxirmê giran

Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de

Mêr di ser min re qet tune ne

Evya ne şerê me û Hesenan e

Ne şerê Heyderan e

Ne şerê Cibiran e

Ne şerê Sînikan e

Ne şerê duwazdeh bavê eşîratê giran e

Evya ecem e ‘bêşincî mezheb’ e

Ne dîn e ne îman e

Li gorî qarşî şerîeta Mûhemed

Li qarşî me disekine me dixapîne

Ji êvara Xwedê ve

Cinazê Silêmanê Ehmed

Bi tevî komê Hesenan ve



16.01.2016 12:22 | xendekî