Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lorîka cemîlayê] de;

2. ji bo Cemîlaya Cizîrî ya di 7ê îlona 2015'an li cizîrê bi gulleya dagirkeran mir û ji ber qedexeya derketina derve laşê wê yê terr ma malde û diya wê ew kir sarincê de ji bo laşê terr her terr bimîne.





Gotinên Stranê:





mem ararat - Lorîka Cemîlayê



Ez ê çi bikim, ne ewrek im ku bibim baran û vê agirê lê vemirînim,

Na na wele ez ê ne bayekî gur im û vê reş dûkelê lê biqurtînim



Dibêjin ha vaye xinzîr hatin, ber deriyê mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirêjînin,

Lê lê vê sibehê wezê lorîka berxa xwe yê Cemîlayê lê bilorînim,

Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de lê hilweşînim, lê hilweşînim...



Lê lê berxê ev çi havîn e, bayê berfê lê dûr dixîne,

Wa malîno em ê biçin qontara çiyayê Cudî, wa gav bi gav hêlîn hilînin???

Ne bes be em ê gazî'kin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin,

Ez ê ji bo birîna Cemîlka xwe parçeyêk cemed lê wezê bînim.

Ay de lê lê...





asoya helbesta kurdî



ji vir guhdar bikin:





29.01.2016 20:57 ~20:57 | xendekî