Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mafên bersûcan] de;

1. bersûc kesê/a liser lêpirsîn he ye, an jî kesên di derheqê wan de lêpirsîn çêbûye. em bêjin yek hat desteserkirin û di destê polîsa de ye, mafên wî - wê:
- ji ber çi hatiye girtin? dema ew kes hate girtin û pê de divê jê re bê gotin ka ji ber çi hatiye desteserkirin.
- mafê bersivnedanê bersûc ne mecbûr ti îfade an jî bersiva bide polîsa, heta parêzer bê; hingî jî heta derkeve bet dozger. lê ev mafê bersivnedanê ne bêsînor e, helbet dema pirsa navê te, paşnav û derbarê nasnameya te kirin divê bersiva van tişta bê dayîn.
- dikare berê lêpirsînê bide cihekî! dikare derdê xwe û arîşeyan vebêje, bide fêmkirin û dikare delîlên xwe nîşan bide.
- dikare parêzer bixwaze kesek dema ket destê polîsa dikare parêzer bixwaze, parêzera wî he be, parêzera wî; nebe wê ji baroyê parêzerekî bişînin.
- xeberê bidin malbatê dema hat desteserkirin divê xeberê bidin malbara wê an jî kesekê ku ew diyar bike; heke bersûc biyanî be heke pêşber dernekeve dikare xeberê bidin konsolosxaneya wê.
- mafê pakbûnê kesek heta hukm nexwe bêsûc e, mehsûm e.



04.04.2017 15:21 | xendekî