Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ronî artîn] de;

2. yek ji pêşkêşîyên wî yên baş eva li jêr e, yên din jî hûn dikarin ji vir seyr bikin:




05.12.2017 23:40 | xendekî

1. hiphopvanek kurd e. min ji pêşbaziya kurd idolê nas kir. niha 25 salî ye, ji Mêrdînê ye. li gor gotina wî 10 sal bêhtir e, di nav kar û barê hiphop û rapê de ye, 6 sal e jî bi profesyonelî vî karî dike. tevlî pêşbaziya deng a kurd idol dibe, jixwe li wir jî heta dawiyê tê, lê dawiyê jina kobanîyî jînda kenco qezenc dike.

rastî jî gava mirov seyra ronî dike, ew profesyonelî tê de xuya dike. min pêşbaziya kurd idol şopand, ne ew be yek kesek din tenê jî kareografî çênekirîye, tenê li ser dikê strana xwe dibêjin û hinekî xwe dihejînin, stran jî yên hazir. lê ev camêr gelek pêşkêşîyên xwe de kareografî çêkiriye, têra xwe baş xwe hazir kiriye, li ser sehneyê nikare bisekine, tu derî vala nahêle; stranên xwe jî wî nivîsîne, gotinên stranên wî têra xwe orjînal, pir baş lihev aniye. di strana hêstir de jî lijneya hilbijêr li ser gotinên stranê disekinin. ez bim vê qadê de yanî di hiphop û raoa kurdî de heta niha yê herî baş ev camêr e, ji yên din bihuriye.



05.12.2017 23:18 ~23:51 | xendekî