Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [popkurd] de;

1. e-kovareka kurdî ya çanda popûler e. hejmara xwe ya berî çend roja weşand. min di hundirê seetekî de hema bêje hemû xwend. du sê nivîsên li ser gerê hebûn xweş bûn. nivîsa esrakê ya bi navê "provaya mirina blogernan" zehf komîk û afrîner bû. di beşa poptweet'ê de tweetên kurdî yên popûler hatibûn civandin. nivîsek li ser derûdora beşên kurdolojîyê bi navê "bi vê quşê naçî mûşê" komîk bû.
hevpeyvînek bi mirady re hebû. ji bo fancluba mirady, divê bixwînin *
porteya ozlem belçim galip li hêvîya we ye.
û pirsek ji 10 kesan hatiye kirin, bersivên pirsê li hêvîya we ne: "Bi te kîjan Kurd dikare
Xelata Edebiyatê ya Nobelê bigre?
Bo çi?"

ji vir hûn dikarin herin bloga kovarê û ji lînka wir kovarê daxin: Here lînkê

an jî rasterast ji vir hûn dikarin daxin: Here lînkê



07.05.2018 11:02 ~11:15 | xendekî