Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koçer bîrkar] de;

5. Koçer Bîrkar ji ser hesabê xwe yê facebookê daxuyanîyek daye. Gotiye rast e, xelata wî winda bûye. Lê xema nexwin wê şûna wê yek din bidin. Û gotiye meyzênin keyfa xwe

Here lînkê

di vê vîdyoyê de, bavê koçer û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo pîrozbahîya xelatstandinê derketine derve: Here lînkê



03.08.2018 14:06 ~14:07 | xendekî

2. ne xelata Nobelê, madalya fields'ê standiye. xelata fieldsê çar sala carekî ji hêla yekîtîya matematîkzanên navnetewî ve tê dayîn.

koçer bîrkar ku navê wî yê nasnameyê prof. dr. ferîdûn direxşan e, ji merîwanê ye. xwendina xwe ya bilind li zanîngeha tehranê qedandiye paşî berê xwe daye Îngilistanê, niha di zanîngeha cambridge'ê de mamostetîyê dike.

yekîtîya matematîkzanên navnetewî îsal xelat layiqê koçer bîrkar dîtin.

ya ecêb di rêûresma xelatdayînê de xelat ji ser masa koçerê me hatiye dizîn, nûçeya dizîna xelatê jî di rojeva cîhanê de gelekî belav bû. :( xelata me bidin xêrnexwaznooo!



02.08.2018 01:16 | xendekî