Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şeva yelda] de;

2. navê helbesteka şairê kurd ê soran nalî şarezûrî ye, ji bo şeva yeldayê nivîsîye.

Nalî Şarezûrî - Şewî Yelda
Şewî yeldaye ya deycûre emşew
Ke dîdem dûr le to bênûre emşew?

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Dilîş mayil be dîdey toye, boye
Le min wehşî û remîde û dûre emşew

Ke toy şay keçkulahî dîde mestan,
Çi bakim qeyser û fexfûre emşew?!

Le xew helsawe ya aloze çawit?
Hemîşe waye ya mexmûre emşew?

Suruşkim neqşî çawî to dekêşê
Cêgem serdarekey (mensûr e emşew

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Musulmanan depirsin halî « Nalî »
Le kuncî bêkesî mehcûre emşew



22.12.2019 19:46 | xendekî

1. şeva herî dirêj a salê ye, şeva 21ê kanûnê ye. li cem kurdan taybetî li cem zerdeştîyan şeveka pîroz e, li rojhilat û li başûr bi merasîman tê pîrozkirin.

di pîrozbahîyan de hinar gelekî xuya dike. wateya wê girîngîya wê çi ye nizanim, hêvî dikum hevalên dizanun ji me re jî bêjin.

bakur: Îsal bi pêşkêşîya weşanxaneya sîtavê li Wanê jî şahîyek bo şeva yelda hate çêkirin. Here lînkê

başûr: li başûr her sal bi merasîma fermî tê pîrozkirin, îsal li hewlêrê merasîm çêbûye Here lînkê

li helebce jî hatîye pîrozkirin: Here lînkê



22.12.2019 19:43 | xendekî