Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jehrmar] de;

4. min berî 3 meha tesadûfî li Enqerê dîtibû, li wir wî û hevalekê min stran gotin li destar kafeyê. şevek xweş bû. paşî min li ser YouTube'ê dîsa tesadûfî qenala wî ya YouTube'ê dît, ji wêneyê wî pê der xist ku ew e. min hema wê rojê li hemû qenala wî meyzand, stranên wî guhdar kir, min qenala wî şopand filan. dirêj nekim du hefte berê min dîsa meyzand qenala wî, Weh! ev çi ye babiko. Qenala wî tijî bûye ji şopîneran, hejmara tikandinên stranan firyaye. ji ber ku ez jî qenala asoya helbesta kurdî ya YouTube'ê bi rê ve dibim illeh hejmara tikandinan û şopîneran bala min dikişîne. Vêca camêr hîle kirîye an bi pêra hejmara şopîneran û tikandinan zêde kirîye an jî reklamê gelek gelek mezin kirîye, di heyvek an du heyvan de qenal evqasî mezin bû. her çawa be helal be jê re. ew tikandin û şopîner bi rêya reklamê an jî pereyan çêbûbe jî ew kes heq dike ku gelek kes wî bişopînin.



01.05.2020 21:25 | xendekî