Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yaşar kemal] de;

46. Îro husên duzên li ser nedayîna xelata nobelê nivîseke pêbawer nivîsiye:



NEDANA XELATÊ Û ÇANDA KERIYî



Çanda pez û keriyî nahêle li ser tu babetê danûsatndin pêk bê. Çi rûbide, tu ҫi ji wan re bibêjî dê bizîvirîn heta daxin asteke kesayî. Ji ber ku ew ne kesayet in, pêdiviya wan bi kesên ku bûyeran pêk tînin heye.

Mînaka nedana xelata Nobelê bo rahmetiyê Yaşar Kemal jî tiştekî wisa ye. Van rojan sohbetên qaşo rewşenbirên kurd û tirk li ser rola rahmetiyê Mahmud Baksî û nedana Nobelê bo Kemal e. Hinek dibêjin Baksî nehişt ku xelatê bidênê, hinekî din jî dibêjin ev derew e.

Li gel ku min bi xwe jî rastiya vê bûyerê ҫend caran gotiye, ez şaşwaz dibînim bê ҫiqas gelek in kesê ku ҫav û gihên xwe ji rastiyên dîrokî re digrin û didin dû lehengiya kesan ku gelek caran ne rast jî.

Kî bibêje xelata Nobelê tenê ji bo kesên ku berhema wan î wêjeyî herî xurt e tê dan, derew e. Kî bibêje ku kes dikarin bihêlin ew xelat ji bo kesekî bê dan an neyê dan, ew jî derew e.

Bi qasî ku ev herdu derew in, ewqas jî rast in: Bêguman divê asteke berhema nivîskarên ku vê xelatê bigrin hebe, le belê ne yên ku berhema wan herî baş e, ji her kesê din zûtir wedigrin, an jî teqez dê wê werbigrin. Her weha bernamzetê vê xelatê ji alî rêxistinan an jî kesan jî tên pêşniyarkirin û di rewşin taybet de tên protesto kirin; nexwe bandora kesan jî dikare li ser dan an nedana vê xelatê hebe.

Ka em bên ser Yaşar Kemal: Gelo seba ҫi ev xelat bo wî nehat dan, li gel ku zehf dixwest û gelek caran hat pêşniyarkirin jî? Rahmetiyê Yaşar Kemal berî juntaya leşkerî 1980yî li Swêdê dijiya. Piştî juntayê got Tirkiye aram bûye, vegeriya Tirkiyê. Em dizanin bê piştre Tirkiye ҫiqas aram bû. Ez bawer im ku ev sedemê sereke bû ji bo nedana Nobelê ji bo rahmetiyê Yaşar Kemal. Ger sedemin din hebin jî dê yên pileya duyemîn bin.

Mirov dihare ji helwesta nivîskarê mezin Kemal a hîngê û ji ya akdemiya Swêdê gelek tiştan fêr bibe, ger em karibin vî aliyê babetê bibînin û li ser biaxavin.

Wer xuya ye ҫanda keriyî rê li ber vê jî digre.



Husên Duzen, 10.03.2015



10.03.2015 18:36 | xendekî

26. Kî nebû ax û neçû

Kî nego ax û neçû



Arjen Arî



28.02.2015 17:22 | xendekî