Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dadistan] de;

1. navê kovareke hiqûqê ya nû ye ku wê di demeke nêzîk de bête çapkirin. tişta dixuye koma aşdad derxistî ji aşdadê veqetaye û niha dadistanê derdixin. daxuyaniya wê: Here lînkê

cure: hiqûq
navend: cizîra botan
ziman: kurdî
dem: çar mehan carekê
dosye: destpêka hiqûqê
hesabê twitterê: @kovaradadistan Here lînkê
email: kovaradadistan@gmail.com

navê kovarê jî ji pirtûka dîrokî ya bi navê "madiyana hizar dadistan". Ev pirtûk di serdema Qraltîya Sasaniyan de, bi zimanê Pehlewî û ji hêla dadgerê bi nav û deng yê wê serdemê “ferox merd bêhraman” ve hatiye nivîsîn. bi qasî em dizanin ev pirtûk di dîroka Kurdistanê de pirtûka hiqûqê ya herî kevn e. beşeke vê pirtûkê gihaye heta îro. tê de biryarên herî dadmendî yên wê çaxê hatine berhevkirin. ji bo lêkolîna bêhtir hûn dikarin bi vî navê li ser googleê lê bikolin: Madigan-i-hazar Dadistan



26.12.2021 01:21 | xendekî