Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feqiyê teyran] de;

13. derwêş ku sahibdil bitin

dê nûr ji nûrê hilbitin



Feqiyê Teyran



03.09.2014 13:28 | xendekî

11. di helbestên xwe de nasnavên wek: mîm û hê, feqiyê teyra, feqîyê gerok, meksî, mîr mihê bikar aniye.



24.06.2014 13:43 | xendekî

10. çend çarîn ji helbesta wî ya bi navê ey av û av



ey av û av ey av û av

ma tu bi 'işq û muhbetê

mewc û pêlan tavêy belav

bê sekne û bê rehetê



bê rehet û bê sekne yî

yan 'aşıqê baxwe xwe yî

yan şubhetê qelbê me yî

ji işqa kê natebitê



ji işqa kê her têy û têy

heta kengê her bêy û bêy

bo min bi bêj heyranê kêy

da ez bizanim qissetê



da ez bizanim vê surrê

ji hindekê heta purrê

ji me'neya vê gutgurrê

ji kê ra dikî vê ta'etê



ta'et dikî bê pa û dev

çendî dikî çûna li hev

dengê te tê bi roj û şev

zikrê dikî bi haletê



ji kê ra dikî zikrî bi hal

qet guşguşa nakî betal

şubhetê min rehtê êmal

şevan û rojan xew netê



şevan û rojan bêxew î

ji muhbeta kê ditewî

şevtariyan qet nahewî

tu j'emrê kê ve lez ketê



tu j'emrê kê her têy bi bez

sewdaserî şubhetê ez

j'kê ra dikî çûna bi lez

vê serqutan û xulmetê



(...)



feqiyê teyran



24.06.2014 13:37 | xendekî

9. hozanê gel, helbestvanê gel e. ew di nav wêjevanên me yên klasîk de yê ku xwe berdaye nava gel û bi gel re jiyaye. li gelek deverên kurdistanê geriyaye. heta li pêşberê gundê min (vbnd: xendek)ê, li raserî kereşa nêzî xirabeyên finikê medreseya wî heye. hê jî bi navê (bnr: medreseya feqiyê teyran) tê ziyaretkirin.



24.06.2014 13:23 | xendekî