Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [los lunes al sol] de;

8. min jî îşev bi jêrenivîsa simurg darî kir. çîroka fîlmê li jor hatîye gotin, ez ê behsê nekim. Lê dixwazim bêjim fîlmek baş e ji bo fêmkirina rewşa karkeran, karkerên bêkar, dema bêkarîyê lêgerîna kar, bêkarîya dibe sedema hilweşîna sitûnên jîyanê.

sehneya herî biderb dema santa armador dibîne, armador xwe ji paceyê avêtîye ketîye ser pêşmalka têketina apartmanê, alîyê jêr ê pêşmalkê berûjêr tewaye ji ber armador ketîye ser, lembeya pê ve pê dikeve û temire, pê dikeve û ditemire...

jêrenivîs ji bo min serkeftî bû, lê piçekî ji ber eceleyê an na nizanim xetayên herfan gelekî hebûn, ew xetayên herfan nebû bêkêmasî bû, seetxweş



23.02.2020 00:06 | xendekî