Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navên axretî] de;

4. tişteke bêbingeh e. di dîn de jî tişteke wilê nîn e. min ji gellek melayan pirsî wan jî got tiştek wilê nîn e, dîn dibêje navên xweş û baş li zarokên xwe bikin, yanî nabêje navên erebl li wan bikin. jixwe ne li cem farisa ne li cem tirka ne jî li cem ereba tiştek bi vî navî tiştek wek vê nîn e. ev tişt ji bo ku kurdî hîn bêhtir bê bişaftin hatiye derxistin. virek e, derewek e, bêbextiyek e. vêca di van salan de hêdî hêdî ev tişt ji holê radibe lê ji wê xirabtir êdî tu kes kurdî nîşanî zarokên xwe nake. wan bi zimanên din mezin dikin. yanî her malxirabî ye.

(bnr: nifşên nû yên ku navê wan bi kurdî lê kurdî nizanin)



19.07.2014 17:56 | xendekî