Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hemoyê biçûk î boyaxçî] de;

3. navê zarokê di vê heşbesta şêrko bêkes de ye. zarokekê boyaxçî ye ku xeyala boyaxkirina pêlavên Xwedê dike û xeyala heqê xwe yê ji bo boyaxkirina pêlavên xwedê dike



15.04.2014 19:25 | xendekî

1. piste pistek



Êvar bû

hemoyê biçûk î boyaxçî

Li quncikê Meydana Mezin

Li nav dilê bajarê Şamê

Serê westiyayî tewandibû

Wek firça nav destê xwe

Laşê xweyê zirav bilez bilez

Dihejand.

Hemoyî biçûk î eware

Di ber xwe de



Bi piste pist ev digot:



Tu mamoste piyê xwe deyne!

Tu bazirgan piyê xwe deyne!

Zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç…

Hûn hemû!

Yek li pey yekî piyê xwe deynin

Kes nema

Tenê Xudê ma

Ez bawer im li wê dinyayê jî

Xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe

Wê gazî Kurdekî bike

Kî dibê

“Ew Kurd ne ez im”

Ax dayê!

Tu dibê pêlavên Xudê çi qas mezin bin



Çend numre ne lingên wî?



Lê ji bo pere!

Dayê tu dibê wê Xudê çiqa sî bide



Şêrko Bêkes

(bnr: şêrko bêkes)



15.04.2014 19:19 | xendekî