Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wîkîferheng] de;


19. Ji bo androîdê bernameya wê ji aliyê fatîh aydin ve hatiye çêkirin hûn dikarin ji vir daxînin;

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wqferheng



20.12.2014 14:06 | xendekî

18. Ferhenga ku li gor îstatîskên îro ferq avêtiye ferhenga tirkî ya wikipediayê:

Di ferhenga kurdî de niha 429.284 rûpel û bi sedan hezaran peyv hene. Ferheng bi kurdî û zêdeyî 270 zimanên dî ye.



20.12.2014 13:09 | xendekî

17. Ferhenga kurdî ya herî mezin û berfireh e. Hem rayê peyvê hem awayên wê yên devokî hem bi zimanên dide ber hev. Ev çavkaniyeke mezin e ji bo kurdî. Û heta ne tenê kurdî-kurdî, kurdî-ingilîzî, kurdî-tirkî, kurdî-erebî, kurdî-farisî, kurdî-elmanî ye. Rayên/kokên peyva dide ev ne ji bo ku bêje ev peyv ji zimanê din ketiye kurdî ev nîşan dide ku ka çawa malbatên zimanan çêbûne, ev ziman çawa bi hev ve girêdayî ne, zimanên aryayî ji yek rayê/kokê ne, kurdî jî di vê de roleke mezin dilîze, ango kurdî jî yek ji zimanên bingehîn ên rojhilat e, koma zimanên arya ye.

Kesên vî karî dikin divê murov here destê wan maçî bike. Mala wan ava.



20.12.2014 12:58 | xendekî