Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hey dîlberê] de;

8. helbesta feqiyê teyran e ku rêşad sorgul wiha deng dayiyê:





26.03.2016 12:49 | xendekî

5. Strana ku ji vê helbesta feqiyê teyran hatî standin:



Ey Dîlbera gerden zerî,

Way nazika dêm qemerî,

Qamet ji mûma fenerî,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden letîf,

Way nazika qamet elîf,

Qamet ji reyhana xefîf,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden zuzac,

Way nazika mislî zuzac,

Qamet ji reyhana qirac,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera qamet misal,

Way nazika dilî hejar,

Te ji xandinê kirim betal,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlberê, way Dîlberê,

Firyad ji destê keserê,

Avik ji ava Kewserê,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden zirav,

Dêm şûşeye, tijî gulav,

Ey duxtera bejna zirav,

Wêran ezim, malim xirab.



Çavan ku hiltînî bi meste,

Ew çend ya misrî bi deste,

Li kuştina min te bi qeste,

Wêran ezim, malim xirab.



Tu bi qesta min dikujî,

Tu bi k'ifra di nosojî,

Gelek sotim kirim rijî,

Wêran ezim, malim xirab.



Gelek sotim, kirim kşibab,

Kirye bi min, sed reng xirab,

Ya leytenî kunrû turab,

Wêran ezim, malim xirab.



Ya leytenî kunrû ve xar,

Wey nazika min te ji dûr,

Bêhiş kirim zilfê di hûr,

Wêran ezim, malim xirab.



Bêhiş kirim zulfê du reş,

Biskê siyah, bîhnê di xweş,

Ey duxterê, çapik bi meş,

Wêran ezim, malim xirab.



Bêk'êf kirim zilfê du reş,

Biskê siyah, zilfêd qemer,

Eşq û muhbeta min li ser,

Wêran ezim, malim xirab.



Sotim, biraştim bê hesab,

Lê pirsî bo kirme k'ebab,

Kirye bi min sed reng ezab,

Wêran ezim, malim xirab.



Sibhan ji şahê bi tenê,

Xalik li xala gerdenê,

Ez dîn kirim berdam dinê,

Wêran ezim, malim xirab.



Eşqa mezac peyda bûye,

Îro li min dijwar bûye,

Hîvî dikim heqîqiye,

Wêran ezim, malim xirab.



Feqiyê Teyran



08.01.2015 10:48 | xendekî