Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jin û seks] de;

3. Mijareke ku li rojhilata navîn, bi taybetî jî di nav gelê kurd de derbarê wê de axaftin tişteke zêde asayî nîne. Lê hemîn sergijik ev mijar vekiriye û bi dilekî rihet fikrên xwe diyar kiriye û hemîn tirşik jî cîhê azadî û demokrasiyê ye em jî fikrên xwe bêjin. Ji dil tev hemû gotinên jor yên sergijik dibim, bi ya min hemû gotinên wê rast in, lê mixabin kêm in.



Bi ya min rojhilata navîn, dojeha dinyê ye. Ne tenê ji bo jinan; ji bo mêran, ji bo kal û pîran, ji bo zarokan yanê ji bo hemû mirovahiyê. Jixwe li rojhilata navîn ji dayik bûn tenê serê xwe nîşana bexteke xirab e. liv ir pirsgirêk ya jinan tenê nîne, îxlalên mafên mirovan, îxlalên mafên zarokan, îşkence, cûdakerî, ji însaniyetê derketin, recm, îdam, kuştin, mirin û hwd çi bêjî heye. Lê ya ecêb, ev dojeh jixwe destê însanên ku li wir dijîn ve hatiye ava kirin. Yanê hemû ev xirabiyan jin, mêr tev afirandeya zîhniyeta wê civatê ye. Mêr an jin ferq nake, zîhniyet genî bûye. Yanê ev der jixwe cîhê însaniyetê nîne.



Helbet divê em bi rihetî derbarê jin û seks de biaxifin, jixwe bi vî avayî pirsgirêkên jinan yên bên çareserkirin. Lê ev der cîheke wisa ye ku pirsigirêkan her çiqas tevlihev be çareserî jî ew qas tevlihev e. lê ye herî girîng meseleya berpirsyaran jî ew qas tevlihev e. wekî mînak: berpirsyarê îstismara jinan ya zayendî, mêr tenê nînin. berpirsyar mêrin, jinin, dayikin, bavin, kevneşopin, olin yanê hemû endamên civatê berpirsyar in. Bi kurtasî sîstema habûna civatên rojhilata navîn di kokê de pûç e.



wê rojê min bihîst ku kujerê özgecanê suphi altındöken di girtîgehê de hatiye kuştin. Ya ecêb jî ew bû ku ew civata ku Suphi altindöken di nav wan de derketiye, laşê wî qebûl nekirine ku dayika wî laşê kurê xwe binax bike. Dayika suphî altindöken wiha digot: Suphi di nav we de derketiye. Çi nebaşiyên wî hebûn we hînî wî kir. Yanê bi gotineke din ve suphi neynika we ye, neynika civata we ye.

Her çi be, zêde dirêj nekim. Ji bo rojhilata navîn mirov nikare meseleya jinan xwe serî xwe tenê hilde dest. Pirsgirêk yek nîne, dudo nîne. Hemû jî bi hev re girêdayî ne. Bi nêrîne Nietzsche ve; divê ew civat di kokê de hilweşe û ji nû ve ava bibe.



15.04.2016 16:00 | nazim tolhildan