Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ayasofya] de;

1. avahiyeke dîrokî ya ji aliyê bîzansiyan ve li stenbolê yanê navenda împaratoriyê, weke sembola împaratoriya bîzansiyan hatiye çêkirin e. di eslê xwe de dêr e, lê piştî ku stenbol kete destê osmaniyan, Ayasofya jî weke mizgeft hate bikaranîn. di dawiyê de piştî demazrandina tirkiyê Ayasofya bû mûze.



ji bo dîroka avahîsaziyê avahiyeke pir girîng e. di ayasofyayê de plana bazîlîkayan û planên navendî yên bi kumbet hatin yek kirin. bi vî avayî di dîroka avahîsaziyê de planeke nû hate ceribandin. di ayasofyayê de kumbeteke tam û 2 heb jî nîv kumbet hene. pêwendiyên navbera wan kumbetan û sistema barkêş jî ceribandinên nû bûn. kumbeta navendî li gor wê demê pir fireh e. heta hezar sal şûn de avahîsaz sinan her çiqas bixwaze ku firehiya kumbeta ayasofyayê derbas be jî bi ser neket. avahîsaz sinan bi mizgefta selimiyeyê ve kumbeta xwe a herî fireh çê kir lê ew jî 30 cm ji ya ayasofyayê piçûktir e.



bi kurtasî Ayasofya di dinyê de yek ji avahiyên herî girîng e û hê saxlem e. di dewra xwe di ji aliyê avahîsaziyê de behîtek bû û destpêka gelek sîstem û metodên nû bû.



28.04.2016 12:54 | nazim tolhildan