1. "17ê berfenbarê sala 1770an li bonnê ji dayik bûye, 26'e adarê sala 1827an li viyanayê jiyana xwe dest daye. muzîkvan û bestekarekî alman a muzîka klasîk e. nûnerê cûreya muzîkê ku jê re dibêjin "klasîka viyanayê" ye. bi xevatên xwe ve rê ya muzîka romantîzmê vekiriye. di malbata wî yê yekem ji muzîkê re mijûl bûye bapîrê wî "ludwing van beethoven"* e. dapîrê wî ludwing van beethoven hunermendê operayê ye û li bonnê serokatiya operayê kiriye. bavê wî jî ji muzîkê re mijûl bûye û di heman orkestrayê de weke tenor xebitiye. di heman demê de weke mamosteyê muzîkê ders jî daye. 12ê mijdara sala 1767an ji maria magdalena leym re zewiciye. ji vê zewacê 7 heb zarokên wî bûne lê 4 heb ji wan ji zarokatiya xwe mirine. encax 3 heb ji wan (ludwig, kaspar karl ve nikolaus johann) xelas bûne. tê zanîn ku bavê wî di perwedehiya piyanoyê de ji wî re pir tund û xedar bûye. hê di zarokatiya xwe de ji ber ku alikariya mala xwe bike di dêrê de piyano lê dida. |
|
18.10.2016 12:05 |
nazim tolhildan
|