Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berxweda] de;

12. nivîskarê ku ez qet helwesta wî fêhm nakim e. sibe heya evarê dev ji reşkirina pkkê, hdpê, bdpê, anfê, öcalan û hwd bernade. jixwe em tera xwe parvebûne. helbet di navbera me de fikrên cûda yê hebin lê ne hewceye ku em xwe têxin nava gû yê sa û hev bigevizînin. sibê heya êvarê hinek barzanî bêrûmet dikin, hinek öcalan bêrûmet dikin, hinekê êrîş bidin pêşergeyan yên din ên êrîş bidin pkkê. yekê bêje min şengal rizgar kir, yê din ê bêja na min rizgar kir... ev hemû pêşbaziyê pîsiyên me pêştir tiştek nîne. bi tirkî biwêjek heye, dibêjin "ekmeğine yağ sürmek". divê em ji dijminan re vê yekê nekin. hema bêje hemû kurdistanê pkkê rizgar kir, çi ferq dike. ne armanc menfeeta kurd û kurdistanê ye. eger helwest li ser serxwebûna kurdistanê be, bo min ferqa öcalan û barzanî, an jî axayekî xwedanê 40 gundan û şoreşgerekî çepgir, an jî burjûvayekî dewlemend û çotkarekî feqîr tuneye. tenê bila armanca wan bi dest xistina mafên kurdan be.



20.12.2014 14:08 | nazim tolhildan

9. nivîskarê ku ji formata tirşikê bêxeber e. tirşik ji xwe re kirîye cîhê "chat" ê. bi ya min bila biçe û di facebookê de lotikan biavêje. an jî di rojnameya radikale de daxuyanîyan bide.

ji bo ast a şêwaza wî, peyamên di mijara cekdar da nivîsiye mêze bikin. (bnr: cekdar)



22.02.2014 10:39 | nazim tolhildan