Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sîsîfos] de;

5. sembola hêvîyê ye. em dikarin bi du alîyan ve lê binêhêrin:

1-sîsîfos ji me re dibêje qet dest ji hêvîkirinê bernedin û di jîyana we de her dem hevîdar bin. hêvîdarî li hemberî bêmanetîyê tenê rê ya pêk çûnê ye. eger hûn hêvî bikin, jîyana we yê jî bi mane bibe.

2-nêrîna din jî, wek gotina friedrich nietzsche, nebaşîya herî nebaş hêvîye, ji ber ku hêvî îşkenceyê dirêj dike. ango, hêvîkirin, wek jîyana sîsîfos tişteke bêwate ye. sîsîfos her çi qAS xwe bide jî, di dawî de em dizanin ku wî kevirî nikarê bibê li ser girê bilind.



em jî her çiqas hêvdar bin jî, bi rastî kêrî tiştekê nayê, ji ber ku di dawîyê de emê bimirin û ji xwe hebûn û tunebûna me ferq nake. yê ku dixwazin ku di vê derbarê de zêdetir agahdar bin, bila pirtûka albert camus ya bi navê biyanî bixwînin.



24.03.2014 18:01 | nazim tolhildan