Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad zagros

profîla "azad zagros"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şengal] de;

32. şingal,cihê gelê ezidî yê kevnare ye.piranîya perestgeh û pîrozgehên êzdayetîyê li vê deverê ne.ev herêm di hîmê xwe de bi ola êzdayetîyêtîyê ve bûye yek.ango şingal bi êzdayetîyê ve tê bibîranîn.di warê erdnîgarîyê de ev dever di xaka başûrê Kurdistanê de ye û li nêzî rojavayê Kurdistanê ye.herêma şingalê ji navenda şingalê ango bajarokê şingalê û gûndên li derdora çiyayê şingalê pêk tê.di fermîyetê de an jî li gorî makezagona desthilatdARîya iraqê ya navendî ev dever girêdayî parêzgeha nînowayê ye.lêbelê li gorî xala 140mîn ev dever jî wek herêmên kerkûk,xaneqîn,dîyala di nav herêmên binakok û biarîşe de ye.dîsa li gorî heman makezagonê parastina van herêman, çi pêşmerge çi artêşa iraqê, di bin sextî û qontrola desthilatdarîya navendî ya iraqê de ye.

ji ber niştecîhên şingalê êzidî ne bi sedan salan gelê şingalî pêrgî fişar û gûvaşên dewleta iraqê hatîye.nemaze jî di serdema rayedarên sûnî li iraqê desthilatdar bûn de geleg ramyarîyên pişaftin û jinavbirinê li ser gelê êzidî hate meşandin.di navbera salên 1960 û 1970'yan de ango di heyama sedam û 'hevalbendên wî' de li hemberî çiyayê şingalê û derûdora wê tevgerên leşkerî hatin destpêkirin.di encama van tevgerên leşkerî de artêşa iraqê kete çiyayê şingalê û gûndên derûdorê û zexta koçberkirinê li ser gel dan meşandin.dîsa di heman demê de gûndên êzidîyan yên li ser çiyayê şingalê hatin valakirin û li ser çîyê baregehên leşkerî hatin avakirin.ew kesên ji gûndên li ser çiyayên şingalê hatin derxistin beşek ji wan ber bi herêma dûhokê û navçeya şêxan ve çûn.hindek jî koçberî welatên ewrûpayê bûn.dîsa di vê serdemê de di navbera gûndên êzidîyan yên binetara çiyayê şingal û derûdora wê de erebên sûnî hatin bicîhkirin.ango bi dirûstkirina gûndên nû ve êzidîyên wê herêmê hatin dorpêçkirin.di wê serdemê de di encama ramyarîya koçberkirinê de mûcehma(gûndên mezin) hatin avakirin û ew kesên ji gûndên li çiyayê şingalê hatibûn derxistin û derfeta çûna cihekî dîtir nedîtibûn li wê derê hatibûn bicîhkirin.bi kurt û kurmancî mêtinger û desthilatdarên ereb hewl didan di çarçoveya ramyarîya xeleq û kembera ereb de êzidîyên kurd lawaz bikin û bipişivînin.birastî dema mirov ji roja îro rabirdûyê dimêzîne mêjîpûçên xwedîyê vê têgihîştinê sed mixabin di vê ramyarîya xwe de hinekî serketine.

di çav û dilê êzidîyan de bi taybetî çiyayê şingalê zor girîng e.ji ber ku kingê komkûjerên hov êrîşî gelê êzidî kirine êzidî revîne çiyayê şingalê ango xwe avêtine ber bextê çiyê,xwe li wê derê parastine û xwe ji pêkanînên erjeng rizgarkirine.

dema mirov dîroka êzidîyan dimêzîne geleg komkûjî û ferman qewimîne.li gorî şêx û mezinên êzidîyan bi tevî karesata vê dawîyê li hemberî êzidîyan 74 ferman û komkûjî pêkhatine.ji salên hezar û çar sedî heya roja îro demên cûrbicûr bi şêwaz û rûpoşên ciyawaz ve gelê êzidî hatîye komkûj û qetilkirin.dema mirov sedemên van komkûjîyan yên sereke dinihêre du sedemên girîng derdikevin pêş.sedemê yekemîn ola êzdayetîyê bi xwe ye.di dîrokê de misilman an jî ew kesên rûpoşa misilmantîyê bi kar tînin li hemberî êzidîyan xwe ranegirtine û ji bo wan ji êzdayetîyê dûrbixin an jî bi darê zorê bikin misilman êrîş birine ser gelê êzidî.sedemên dûyemîn jî kurdbûna êzidîyan e.mêtinger û dagirkerên Kurdistanê nemaze jî ereban ji bo tûnekirin û pişaftina êzidîyan wek li jor jî hate ravekirin êzidî dorpêç kirin û yên li hemberî vê helwestê derketin jî bi awayekî hovane hatin kuştin.

ev ramyarîya mandelakirin û jinavbirinê tenê bi iraqê ve sînordar nîn bû.li bakûrê kurdistanê herêma serhedê jî heman rêbaz li hemberî êzidîyên li wê derê dihate sepandin.ji destpêka komara tirk heya van salên dawî bi taybetî li herêma serhedê bi hevkarîya hindek kurdên misilman an jî qaşo misilman ve dewleta tirk misilmanbûyîn li ser êzidîyan ferz kir.dîsa bi heman şêweyî pêkûtî û zext li ser, ew kesên ev hişmendî nepejirand,hate sepandin.piranîya êzidîyên wê herêmê koçberî dewletên wek ermenîstan,gurcîstan kirgizîstan û rûsyayê bûn.

belê mijar hinekî belavbû û ji mebesta xwe dûr ket.em dîsa vegerin şingalê.dema mirov wêneyê îroyîn yê şingalê dinihêre di warê serjimarî,çandî û olî de herçiqasî em bibêjin şingal êzidînişîn e jî di encama polîtîqayên li jor hate behskirin de serjimara ereban jî li vê derê zêde ye û kêm be jî hindek kurdên misilman jî li vê deverê dijîn.di encama karesata sêyê tebaxa 2014an de gelê êzidî bi komkûjîyan re rûbirû man û neçar man koçberî zaxo,dûhok,rojavayê kurdistanê û bakurê kurdistanê bûn.li gorî daneyên dawî wek 35 hezar kes li rojava 550 hezar li devera zaxo û dûhokê,31 hezar jî li bakurê kurdistanê bicihbûne.niha li şingal û hawirdora wê êzidî zahf nemane.lêbelê li çiyayê şingalê wek deh hezar kes mane û nexwestine dest ji cih û warên xwe berdin.niha ewlekarîya wan kesên li wê deverê û çiyayê şingalê ji hêla hpg û ybşê ve tê bicihanîn.dîsa li gorî agahîyên vê dawîyê hindek gûndên êzidîyan di bin dorpêça reşkûjan de ne û derfet tûne ye ku gelê li wê derê ji wan gûndan derkevin û ber bi herêmên biewle ve biçin.



li gorî hevserokê federesyona komeleyên êzidî ya ewrûpayê alî atalan li şingalê 5 hezar êzidî hatine kûştin û serjêkirin dîsa wek 5 hezar kes jî winda ne.dîsa alî atalan di heman demê de digot divê ku ev karesata dawî wek nifştûnekirinê bê binavkirin.alî atalan di daxûyanîya xwe de teqez li wê yekê dikir ku ew kesên bûne sedemê vê komkûjîyê ,ji hêla gelê êzidî ve wê hisabê jê bê pirsîn.

belê şingal jî wek herêmên kurdistanê yên dîtir kurdistanî ye û niştecîhên wê jî kurd û kurdistanî ne.lêbelê parêzvanên kurdistanê ew dever bêparastin hîştin û bêyî ku li pey xwe binihêrin seyareyên xwe siwar bûn û çûn.lêbelê tenê gelê wê deverê li pey xwe nehîştin,rûmet û xîreta xwe jî radestî reşkûjan kirin.gelê wê derê dîsa wek cara heftê û çaremîn bi kûjerê xwe re rûbirû ma.gelo di pey vê karesatê û bêbextîyê re gelê êzidî dê çawa li kurdistanê bawer bike, dê çawa kurdistanîyan wek misogerîya ewlehîyê bibîne.bila kes xwe nexapîne û gelê êzidî wek amûr û navgîn bikar neyîne.mafê hîç hizbekî tûne ye ku gelê êzidî ji bo berjewendîyên xwe yên nêrînteng û hizbparêz bikar bîne.ya rasteqîn ew e ku gelê êzidî di derbarê pêşeroj û çarenûsa xwe de biryara xwe bi xwe bide;lewre gelê êzidî berdêlê van berjewendîyên hizbparêz bi xwîna xwe ve dide...êdî divê hêzên kurd dest ji vê têgihîştina xwe ji jor ve ferzkirinê berdin.ger êzidî bixwazin dê tev li kurdistanê bibin.na ger bixwazin şingal û hawirdora wê bibe herêmeke xweser divê ku ji vê biryarê re jî rêz bê nîşandan.

nîşe:bila hizb,ramyar,ronakbîr û ramanbarên Kurdistanê ne êzidîyan ne jî kurdistan û Kurdistanîbûnê wek amûrên ji rêzê di sîyaseta xwe ya rojane û hizbparêz de bikar neyînin û evqasî bênirx nekin.qey tû dê bibêjî kurdistan pêlîsdankek e.ji siharê heya êvarê Kurdistanbûyînê li ser zimanê xwe didin reqisandin û hûndirê vê peyvê dikolin û bênirx dikin!..



09.09.2014 22:23 | azad zagros