Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ne ba min siwar dike ne ax min peya dike] de;

4. ne ba min siwar diket
ne ax min peya diket


"mirinê, tu li kû yî
jiyanê ez kuştim!" (Hejar Mukriyanî)


ez takebelgê zer û pêtî me
vê payîza dereng
bi gulpên vê darê ve mayim
ne ba
min siwar diket
ne ax
min peya diket


rojên kurt û tarî
şevên reş û bêdawî
wek koremarekî
di gerdena min aliyayî ne û
ez mirim bo
fireke bay û
çengekê hetavê

di ser çiyayan ra
di ser deryayan ra
wek bayê bezê
xencereka di hawara min tê
binê wê di destê Metînî de
serê wê li ser dilê min
gaziyên Nalbendî û şikoyê Hesen
vê nîvşevê
di canê min de deng vediden:
netirse
naêşît naêşît


-ho kewê Metînî
ho pêlîstanka Elegezê
ez û êş hevalcêmk in
em di rojekê de jidayîk bûne
me şîrê êk sîng xwariye û
di êk hembêzê de mezin bûyîne
êş pîstê min e
êş xwîna min e
êş emrê min ê borî û
pêşeroja min e
her careka em rastî hev tên
em têr di hembêza hev de digirîn
ez ne pêtos im û
ji êşê natirsim
lê min
di danga Kêliya şedayê
li rasta gêjebera
sê çar werîsa dûr
ji Kora şimikzera
pîredayîkek heye
mergê sê kurên xwe dîtiye
hawar
destê min nagirît
bikeme çar.

(ji pirtûka Mueyed teyib ya ne ba min siwar dike ne ax min peya dike, ji alfebaya erebî bo latînî selim temo. rûpel 247 avesta)



17.12.2019 21:58 | ferhenga şikestî