Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikvanan] de;

5. di warê bilêvkirina hîs û hestên xwe de qels û lawaz in, nikarin hîsên xwe û aliyên zaîf ên kesayeta xwe derbidirin anku ditirisin ku cihên hessas ên dil û mêjiyên xwe kifş bikin, tevî ku gelek ji wan nenas û neberniyas in jî ji ber kompleksa xwekêmdîtinê dil dikin ku xwe xurt biranî xelkê bidin.

mariv hem ji mijaran û hem jî ji entryên ku di bin mijaran de hatine nivîsîn tê digihîne ku gelek qurre ne û dema tu bêjî siyaset û dîrok û gelek tiştên dîn ên ne bi hestan ve girêdayîne, weka dîk û şamikên gundê me serê xwe bilind dikin û dikin qerawar û barebar..

sar in, gelek sar in, ya rastî qelsiya we qelsiya me ye û ev têgeh jî pûç û vala ye her mirov bi hîsên xwe hene, ne bi nirxandinên xwe yên pozbilind!

bi kurt û kurmancî ew dewlendiya ekşiyê, ji ber entryên bi vî rengî tên û ez dema noqî entryên wehareng dibim fêm dikim ku jiyan ne ew jiyan e ku bi salan li dû ketim, her yek ji wan çîrokek e, romanek e..

a soxî hêvîdar im ku sibero ew kakila me ya hişk bişkê



09.04.2015 21:47 ~21:47 | ferhenga şikestî