Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trafîka stenbolê] de;

14. rojekî hevalekî got were em li qada bakirkoyê hevudu bibînim neyse ez jî rabûm çûm. wê gavê mala min li kadikoyê bû. neyse qederekî em rûniştin piştre hevalê hevalê min got were heta mecidiyekoyê ez te deynim mi go na spas ezê jixwe bi metrobusê herim kadikoyê îllam got na qene heta macidiyekoyê siwarî metrobusê nebe. îja wisa mîza min dihatin hindik nema ez erebeya wî bi mîza xwe bişom. halbukî qebrax rika min negirta di nava saetekê de ez digêhiştim kadikoyê lê ji ber trafiqê ji bakirkoyê heta mecidiyekoyê tam saetek û çil deqê de em hatin. heya ez çûm metrobusê û ji wir jî mala xwe û daşîrê çavêt min sor bûn. li daşîrê bê henek min sê deqe mîza xwe kir:(



30.11.2019 21:34 | ferhenga şikestî

10. li gorî demsalên dî di havînê de trafîqa stenbolê siviktir dibe, xelk diçe betlaneyê û turîstên ku ji derve ve tên bi erebeyên xwe yên taybet nagerin, bi metro û tramvayê digerin..

di rastiya xwe de trafîqa stenbolê guherbar e, dema tu lê dinêrî rê vala ye lê ji nişkê ve xirecirekê dest pê dike..



12.04.2016 22:39 | ferhenga şikestî

7. ji bo xelkê vî bajarî ezîyet û zehmetiyeke mezin e..

bi taybetî jî serê sibehê û piştî derketina ji kar, dibe xirecireke mezin..

di navbera mala min û cihê karê min de ya rastî deh deqe rê heye lê carinan dibê 40 deqe, ger zivistan be û berf bibare dibe saetek jî, dema wê yekê dibêjim, dibêjin waa dîsa baş e nexwe..

erê ne henek hin kes hene ji 500t'yê ji tuzlayê heta şîşlî'yê diherin, carinan sê saet dibe rêya wan..



14.11.2015 11:29 | ferhenga şikestî