Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îmtihana tirşikvanan a bi tirşika mobilê re] de;

1. belê îmtihan! belkî jî ji axretê jî dijwartir û zehmetir e, carinan li peyamên xwe yên berê dinihêrim ku min di nivîsan de gelek xeletî û şaşî kiriye, carinan pirr derengî lê hayil dibim. min biskeke berê jî mêze kir ku di peyamên vê taliyê hatine nivîsandin de jî gelek xeletî hene, êdî bêhn li min şikandiye, carinan di kombersa xwe ya karî de jî yanî ya dewletê de jî dikevim tirşikê ji nivîsandinê bêtir dest bi sererastkirina entryên xwe yên çewtî dikim. ji bela ku li ser mobilê/telefonê nikarî peyamên nivîsandî rast bikî, mecbûr î ku bi kombersê bikevî, heke we di nivîsên min de xeletî dît, biborînin û suc û guneh di stûyê simurg56'yî de ye*

pirsgirêka din a tirşikê dike wek îmtihanê ew e ku tu nikarî çeppik li peyamên bi ya dilê te hatî nivîsîn bixî, lewma jî dibehicî, lê îro çeppika xwe yekem xist



24.09.2014 18:19 | ferhenga şikestî