Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku mirovî xemgîn dikin] de;

18. -Carinan li pêrgî bêhiqûqîyekê têm, dibêjim ha herim gilî bikim, piştre tê bîra min ev dewlet li ser ew bêhiqûqîya ku tu jê gilî û gazinan dikî ava bûye jixwe. Wê demê bêhna min pirr teng dibe.

- dema dibînim straneke baş a kurdî nayê zanîn an hunermendeke/î xwedan prensîb û jêhatî nayê naskirin lê bereksê, stranên beradayî pirr tên guhdarîkirin bêhna min teng dibe. Çimkî kurd pirr xav in.

- dema dibînim li Amedê di maleke bi buhaya 500 hezarî de dijî lê ji şaneşîna xwe xalîçeya xwe dadiweşîne û çopa xwe ji qata 13an diavêje erdê.

- li hemî dinyayê sûc û qebhet hene lê bi awayekî hemî sûcdar û berqebhetan tên darizandin û Cezaya xwe digirin lê mixabin hemî sûc û qebhet û keyfîyeta ku li ser kurdan tên sepandin û îcrakirin, kesî Cezaya xwe ya heqkirî nagire.
Mesela kujerê ceylan Onkol kî bû û çend roj ceza girt? An jî yê uğur kaymaz?
Ez îroj derkevim li kolanê şimaqek li rûyê kurê polês an leşkerek tirk bidim muhtemelen emrê min ê mayî wek dojehê bibûhure.



14.05.2020 22:55 | ferhenga şikestî