Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şivan perwer vs ciwan haco] de;

16. min do navê mijarê li hêla çepê dît û got binêrim xelk û alem bê çi gotine li ser wan? lê min dît ku min bixwe ev mijar vekiriye gidî. neh sal jê derbas bûye, piştî neh salan, li rabirdû seh dikim, di wan neh salan de pê karim sond bixwim ku min her roj ciwan guhdarî kiriye û taliya talî min navê kurê xwe jî ciwan daniye. êdî bi şaşî be jî rêya min li ber şivan perwêr nakeve. bo min ev mijar û pirs û qarebar xelas bû, heta hetayî...
şivan hestek e heta kamilbûnê lê ciwan felsefeyek e heta mirinê.
dîsa hat bîra min û min ji destana egîdekî, strana lehîyê vekir. dibe ku çend saetên min ên mayî yên vê şevê bi vê stranê yan helbestê bibûhure...

êdî ciwan haco qebûlkirinek e bo min, qebûlkirina rastîyê ye, rastîya me ya kurdan, belê wextekî em xweş û beş bûn, mafdar lê stûxwar; haypêbûyîn lê jidestçûyî.. yanî kurdistan lê kavilistan. şivan ne wilo ye, ger tu guh lê bidêrî tê yê bê xapandin; ''dê du sê sal paşê ava bibe kavila me!'' Lê bi qewlê fatma savci; hêvî hercar xapînokeke bê'ar e... piştî emrekî, piştî spîbûna por û simbêl, nabe tu bê xapandin, nabe hêvîdar bî.

bi kurt û kurmancî: edî li vî welat û kavilistanî wê ti tişt wê ti wext mîna ya dilê min nebe, dizanim. hîn jê kulkêş nabim, pê naêşim û ciwan haco guhdarî dikim! geh li zarotîyê me geh li ciwaniyê me. yên xweş, ne dem û dewran bûn, ne derfet û îmkan bûn, yên ku xweş bûn bi tenê hîsên me bûn: ji malmezin û pozmezinan îzolebûyî, ji hesab û kitêban berrîbûyî...
êdî ne bi tenê mekanek e, dekorek e, hûrgiliyek e kolana li ber dibistanê, bexçeya li ber zankoyê, bêndera li pişt xaniya gundî, belavoka li nivê şevê hatîbelavbûyî, govenda li ber partiyê, dengê bilind ê strana ji qadeke hatî, şop û toz û xirba galerîyaya ji erdhêjeke hilweşîyayî, pelên ketî yên li ber parqeke sûrê, rêya ji çemê dîjleyê çavpêdana bexçeyekê... hwd êdî giş bi tenê hesret, xwezî û daxwaza veger in bo rabirdûyê...
dema tu ciwan guhdarî bikî tu car nikarî di dema niha de bijî, di newa û dengê ewilîn de tu yê herî zarotî, ciwantî. yên ku pirr zêde ciwan haco guhdarî dikin ne kêfxweş in ji jiyana xwe ya dema niha, xwezî di gewrîya wan de bûne pêt, agir...



21 roj berê 22:15 ~22:18 | ferhenga şikestî

9. (bnr: Çima ciwan haco çîroka me ye) ?

jixwe ger ku mijar di bin çarçove û dorbenda hêşmendiyeke sînorkirî a siyasî û polîtik de bifetise wê heyfa hunerê be..

di dinyayê de tu hundermend dîrok an jî çîroka xelk û gelî nîn in, bi tenê di nava deryayê de dilopek in, ku bikaribin bigihîjin oqyanûsê wê çi pîroz be bo wan û gelê wan.



13.01.2015 19:22 | ferhenga şikestî

1. berawerdkirina ango daneberhevdana gelek gelek zor e.

ez bixwe gelek difkirim gelo di warê mûzîkê de ji kîjanî hez dikim?

lê nagihîjim tu encamekê..

tabî bila şaş neyê fêmkirin tarz û stîl û şêwaz û mûzîka herdu hunermandan jî bi qasî deh hezar kîlometre ji hev dûr in, nêta min ne ew e ku bêjim ka gelo kî ji van ji yê din serketîtir e. ku wisa bipirsim gelek pirseke tewş û berredayî be, min dil ew e ku kîjan ji van bêtir hukim li dilê marivî dike...

ez bixwe di navbera herduyan de jî bi bêbiryarî diherim û têm

wek encamê dikarim bêjim ku ji aliyê dengê ve şivan bêtir hukim li ser dil û guhên min dike, lê aliyê newa û mûzîkê ve ciwan bêtir hukim li min dike



12.01.2015 14:10 | ferhenga şikestî