Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranbêjên vê taliyê] de;

4. jê ecêbtir, pê hayil bûne ku bazar kesad e, kanal bi kanal digerin û hingiv difiroşin..

xwezî mûzîka kurdî hê jî qedexe bûya, tu karîzma bi me de nehêliştin...

(bnr: sal bi sal xwezî bi par)



16.01.2015 21:38 | ferhenga şikestî

1. ew stranbêj in ku kutana şerefa mûzika kurdî!

yaw hama ez kîja kanalên kurdî vedikim mirovên ecêb û sosret derdikevin li pêşberî min, gelo kengî hejmara wan ewqas zêdê bû? jixwe êdî qet navê wan jî nizanim, berê dema yekê/î albûmek derxista, me dibihîst û em tavilê diçûn godariya stranên wê/î dikir (ne pirr kevn, heta 5 sal berê jî wisa bû) û hemû stranên albûmê nebe jî teqez straneke xweş jê derdiket, niha na, dev ji şopandina albûman berde, ez êdî nikarim navê wan jî bêjim.

destmalekê digirin destên xwe û wekî xwe çend mirovên ecêb, qeşmer jî li ber kamerayê rêz dikin, qûn û laşê xwe dibin û tînin û dikin klîb..

halla halla! allah-wekîl ez niha qedr û qîmeta şivan perwer û ciwan haco dizanim..

di vir de tiştê ku min matmayî dihêle û diheyirim, beravajîbûna dîalektîkê ye, civata me tevî ku di warê civatbûnê de pêşve dihere û qeyd û zîncîrên ku nedihêliştin kurd bibin kesayetek, nasnameyeke xweser û birûmet yeko yeko tên şikandin jî, di gelek waran de ji çarsed sal berê jî xirabtir dibe..

tabî girrek hunermendên serketî jî ji nava vê heyamê pekiyan, ez didim ber hev, mixabin hêşê min nagire bê ka problem li kû ye?

edît sererast



15.01.2015 20:46 ~2015.11.12 09:35 | ferhenga şikestî