Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku mîrov bi tirs dike] de;

4. (bnr: tiştên ku mariv ji ber tirsê dike)

tirs yek ji wan hestan e ku mirov pê re dikare bijî, cesaret jî tirs jî di eynî eyarê de ne û her du jî pêwîst in bo ku mariv bikaribe bêî qeda û bela bijî..

gelek in, ne eyb ne jî fedî, hama bêje herkes xwediyê tirsekê ye

carinan tirs rê li ber nêta kirin û kiryarên te digire û tu nakî

carinan jî rê li ber te vedike û ji bêgaviyê vî tiştî dikî

mesela ez bixwe ji karê xwe nefret dikim lê ji ber tirsa birçîbûnê nikarim dest ji ber karê xwe berdim, yanê devjêberneda karê min ji ber tirsê ye

çendîn xwedê bêje ku ji min hez bikin, ez dilovan û dilovîn im, û misilmanan çendîn bêjin ku ji ber hezkirinê em taet û îbadetê dikin, piçek jî, hetta gelek jî faktora tirsê heye di pêkanîna îbadetê de..



16.01.2015 22:44 | ferhenga şikestî