Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seydayê_peyvan] de;

12. Yek jê resentirin nivîskarê tirşikê bû, Hama bêje hemî peyamên wî sudêwer û kêrhatî bû. Bi kurmancîyeke fesih dinivîsî.
Demekî pirr aktîf bû her ro diket tirşikê. Peyama xwe ya hezarî nivîsî û nema hat.
Ev bû çar sal in neketiye tirşikê. Belkî jî hêj her roj dişopîne. Ger çavê wî li vir be bila zanibe yekî qiranbuha bû.
Ji kerema xwe re careke dî vegere tirşikê, meriv kêmasiya nivîskarên wek wî hîs dike



21.05.2020 23:55 | ferhenga şikestî

10. tu kes peyamên camêr jê nebirin ji ber ku sedema ku meriv xwe pê ve girêde, ji xwe re bike hincet û peyama hanê jê bibe, tune ye..

ev heye; tê bîra min ku nivîskarê hanê peyama xwe ya hezaremîn nivîsandibû û bo demekê terka tirşikê kiribû. wê çaxa ku nivîskar ji vir çûbû, hejmara peyamên meriv hebekî şolî bû. mesela meriv peyameke xwe jê bibira, di hêla îstatîstîkan de jêçûna peyêm xuya nedibû. em bêjin ku te sed peyam nivîsandin û bîst jê jêbirin, wê çaxê jî hejmara peyamên te wek ku sed be xuya dikir, ne heştê...

ez bawer dikem dema nivîskarê hanê li van deran bû ew bixwe çend peyamên xwe jê biribûn, piştî ku ew çû çend hefte şûnde tirsik.net bi rojanekirinên nû ji wê xelatiyê xelas bû



26.12.2015 20:29 ~20:31 | ferhenga şikestî