1. navê ajaleke firrinde ye
bi dengê xwe yê xweş navdar e..
taybetmendiya kewan ew e ku dema kewek dikeve dehfikê bang li hevalên xwe jî dike, hemû kewên din li hev dicivîne û bi vî awayî kewên din jî dikevin di bin dehfikên xêrnexwazan..
dema mirovek derkeve neçîra kewan, kewekê jî bi xwe re dibe û bi dengê kewê xefikek bo neçîra kewên din vedide..
gelek gotinên pêşiyan jî hene li ser rewşa kewên reben û belengaz..
ajala ku rewşa wê û ya kurdan dişibin hev ango hemû kurd dirûv li hev tînin..
ji vir heta 50 sal berê jî çiyayên kurdistanê tev bi kewan xemilandî bû lê ji ber şerî û neçîran hejmara wan kêm bûne, bavê min bixwe qal dikir û digot ku 'bavê min neçîrvanê kewan bû hama bêje di sê- çar rojdan de carekê me di taşteyê de kew dixwar, tehma kewê gelek xweş bû, li çiyayên hêneyê gelek kew hebûn'
|