Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nebûna zanyariyan di nivîsên tirşikê de] de;

3. meseleyeke rast e, ez jî di vî warî de çend xweziyên xwe ji xeyalên xwe yên du sal berê tînim

tevî ku rast e jî heke em bi hûrgilî vê problemê binirxînin, em dê têbigihên ku bi qasî tehlbûn û tûjbûna xwe jî gelek jî normal û asayî ye..

ne tenê tirşik.net, di heman demê de ferhengên înteraktîf ên dî jî hama bêje bi vî şeklî ne..

ez bawer in ku hejmara entryên ekşisozlukê gihîştiye 40 mîlyonê, ku tu her roj lê binihêrî ji 39 milyon bêtir entyrên berredayî ne û nagihîjin serê pîvazekê jî. ma berredayîbûna ekşiyê kiryara me meşrû dike? helbet na lê ev pêvajoyekê ye, hêdî hêdî hilma tirşikê bigihîje ezmên û wek baranê di ser me de bibare û bereketê bihîne..



ji wan sedeman sedemeke sereke ew e ku em hê bi kurdî fêrî pênasekirina tiştan nebûne, ji bo me zehmet tê, ez li xwe mikur têm, tevî ku di vê ferhengê de kevin û mayînde me jî heta ku pênaseya tiştekî dikim malîk li min diçe mîratê, de vêca hesab li ba te be..

dibe ku evana bahane û hencetên saxlem û derbasdar nebin, divê mariv kurdiya xwe xurt bike û tim bi tenê ji bo tirşikê mabe jî lêkolînan bike û bêtir bixwîne dîsa lê belê ku dema mariv pê hayil dibe pirr eleqa bo tirşikê nîn e û bazara me jî wekî pirtûkên me kesad e lewma jî kelecana dilê mirovî ditemire, pûç dibe, diçilmise falan û bêvan



27.03.2015 09:56 | ferhenga şikestî