Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şewat] de;

5. dema li fîlan derê duxan bifûre em dibêjin wa ye agir ketiye li fîlan erdê

agirketin tê xebitandin lê bo wê rewşê jî mariv dibêje dişewite..

-agir ket geniman, genim tev şewitîn



17.09.2015 22:22 | ferhenga şikestî

2. ji lêkera şewitînê hatiye dariştin..

ya rastî ji eslê xwe ji bo guherînên fîzîkî û kîmyewî ya ku ji ber germahiyê qewimiye tê karanîn..

lê tiştê ku nivîskarê havka behs kiriye jî heye..

li gundê me jî tê karanîn, dema zivistan û bihar pirr sar bibuhure berhemên dar û giyayên ku hatine çandin pûç dibin, diçilmisin nema fêkî û sebze didin, ji bo vê rewşê jî peyva şewatê tê karanîn..



30.03.2015 21:47 | ferhenga şikestî