Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yehya omerî] de;

5. helbestkarekî ciwan î kurd e

di sala 2015'an de xelata pêşbirka helbestan a arjen arî qezenç kiriye ango di wê pêşbirkê de bûye yekemîn



di sala 1993'an de li li gundê êlaska ya girêdayî dêrikê xwudê daye

heta lîseyê li mêrdînê xwendiye, ji bo lîseyê jî çûye bursayê lê bes di nava welatê tirkan de kerixîye û biryara vegera kurdistanê girtiye û vegeriyaye kurdistanê.

ew aniha di zanîngeha yüzüncü yıl ya wanê de beşa ziman û edebiyata tirkî dixwîne

şa'irekî ciwan e li gorî ku ji min re got hê di dozdeh saliya xwe de dest bi nivîsînê kiriye, jixwe ji ristên wî yên xurt jî pirr baş xuya dike ku bingeheke wî yê zexîm û saxlem heye, ligel hin şaşiyên rêzimanê, kurmanciya camêr gelek xweş e

pirtûka wî ya bi navê anatomiya demsalên zer evê salê derçû..

ji bela ku hê kîteba wî negihîşte ber destên min, min jê rica kir û li ser faceyê ji min re wênayên du helbestên xwe şandin û min jî derbasî kombersê kirin..

bi rastî jî ev her du helbestên camêr zêde zêde xweş in.. û ev cara ewil dê bi temamî li ser tirşik.netê bê belavkirin



(bnr: anatomiya demsalên zer)

(bnr: qesîdeyek ji bo bîra te)



09.11.2015 12:38 ~12:57 | ferhenga şikestî