Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jan dost] de;

81. her çar pirtûkên wî yên ewil xweş bûn. hetta mîrname gelek xweş bû. paşê rabû li partiyên kurdan hêrs bû û di cihekî de got ezê romaneke bi erebî binivîsim, çimkî kurdiya min têrê nake ku ya dilê xwe binîm zimanê xwe.
neyse axirî romana xwe bi erebî nivîsî û dûre bo kurdî jî hat wergerandin. romana wî wek du kitêb hatin çapkirin ( bi rastî min fêm nekir çima kir du cîld, çimkî jixwe tu her du cîldan jî bidî berhev ne stûr e, û di navbera du kitêban de cudabendî an ferqek nîn e, berdewamiya hevudu ne)
kitêba yekem pîrewerger
kitêba duyem naqosên romayê

a soxî min du meh berê her dû pirtûk(!) xwendin û dikarim vê bêjim iğğyy!
ev çi bû jan dost! ma ev kitêb bû ku kurdiya te têrê nekir û te bi erebî nivîsî!?

xirabtirîn kitêba jan dost e, xwezî te nenivîsandiba, em bêjin te nivîsî xwezî wernegeranda...

kitêb ji serî heta dawî belaxat e, yanî jan dost rûnîştiye û ji ber meseleyên rojavayê (hem dînî hem jî sîyasî) gotiye ezê şiretên xwe li xelkê bikim. dema min kitêb dixwend di kitêb de bûyerên tesadûfî û diyalogên karekteran filmên yeşilçamê anîn bîra min. ne kêm ne zêde.



01.05.2021 23:37 ~23:38 | ferhenga şikestî

74. belê ji kurdî pereyan! dixwe. ma nexwe? ma birçî be? nên nebe malê? zikê zaroka xwe têr neke? bila parsekiya xelkê bike?
wallehîn demekê dilê min jî ji ber daxuyaniyên wî yên berredayî jê sar bûbû feqet xwudê heye kurmanciya camêr, romannûsiya wî ya serkeftî dihêle ku çavêd xwe û guhê xwe ji gotinên wî yên çirto virto bigirim.

îro ro fyodor dostoyevskî di hemî cihanê de wek romannûsê herî serkeftî tê pejirandin, romanên wî hama bêje ji bo hemî zimanên dinyayê hatine wergerandin, her kes qedrê wî digire, lê ya rastî ew bixwe çi qasî însanekî qenc, dilpak û paqij e? ma şaşiyên wî nîn in? min di vê entrya xwe de fyodor dostoyevskî/83465 behsa wî kiriye, bawer bikin jan dost li kêleka wî dibe wek rahibe terressa. kes ji ber keseyeta şellaf û xirab, dostoyevskî piştguh nekiriye û negotiye tune ye



01.12.2017 11:54 ~11:56 | ferhenga şikestî

66. nûçeya ku di lînka jor de hatî dayîn nûçeyeke kevin e
jan dost axa dest ji kurmancî qeraye, ew êdî ne yê me ye bela xwe jê vekin*



20.12.2016 10:41 | ferhenga şikestî

58. Di entryên di bin mijara navê wî de gihîstine 58, ji wan bêtir du an sê heb li ser edebiyatê û nivîskariya wî ne. Yên dî giş şîroveyên şexsî û siyasî ne. Nivîskarên me bixwe nikarin behsa nivîskariya wî bikin, de vêca hûn bi vê qalibreya xwe daw'a çi dikin?...

De neyse axirî zêdetir 6 meh in ku ji sosyal medyayê dûr im loma ji gelemşeyên siyasî yên di nava kurdînûsan de dipeke jî dûr im ji ber wê serê min gelek rehet e* ya starrr



26.06.2016 21:35 ~21:45 | ferhenga şikestî

48. vê danê rojê li ser faceyê ragihandiye ku pirtûka wî ya sêyemîn a erebî qediyaye..

yanê pirtûka xwe ya dawî jî bi erebî nivîsandiye..

camêr hesabê xwe bi kurmanciyê re birandiye..

bila wek ya te be...



15.04.2015 21:26 | ferhenga şikestî

44. dema ku rewşenbîr an jî nivîskarek di derbarê bûyer û diyardeyên siyasî de bêdeng dimînin, dibêjin tu çawa rewşenbîr î, çawa nivîskar î? lê dema ku dengê xwe bilind dikin jî dibêjin tu wêjevan î bi tenê bi edebiyatê re mijûl be, ez ê tiştekî din lê zêde bikim; belê xwezî jan dost jî bi tenê bi edebiyatê re mijûl bûya lê ne ji ber sedemên heyî yên hin kesan, lê bes şêwaza wî ne xweş e ne rast e, her çend gotinên wî rast û durist bin jî ji bela şêwaza xwe ya dijmînane û tund nirxa mafdarbûna xwe wenda kir. gelek li ber ketim ji ber ku di edebiyata nûjen a kurdî de gelek serketî bû xwezî kêfa nivîskarên beredayî û qirikbihefsar li xwe neaniya.

tiştekî din jî ew e ku min tim dixwast ku di malper an jî toreke de her heftê nivîsên dirêj ên rexneyî binivîsanda, ne bi postên feysbûkê yên bihêrs û agresîf, tu dema li ser feysbûkê binivîsî bêyî ku li ser bifikirî dinivîsî û êdî veger jî tune ye mixabin, çendîn jê sar bûme jî dîsa li ber dilê min şêrîn e



19.09.2014 21:48 | ferhenga şikestî

34. min îro bihîst ku romana xwe ya dawî bi erebî dinivîse.... halla halla pirr balkêş



10.04.2014 18:21 | ferhenga şikestî

32. destê xwe ji feysbûkê kişandiye ji zû de ye nexuyaye ez bawer im ku li ser romana xwe ye nû mijûl e



21.01.2014 20:24 | ferhenga şikestî

30. aliyê nivîskariya wî hêjayî pesndayînê ye. ziman, teknîk û hunandina wî gelek serketî ye dikarim bibêjim di nava nivîskarên kurd de herî li pêş jan dost e. lê bi ya min ew jî ne di asta navnetewî de ye. min hemû romanên wî stendibû û 3 gav û 3darek, martinê bextewer min xwendine ji xeynî vê kela dimdimê jî min xwend gelek xweş bû gava ku kela dimdimê nivîsiye temenê wî 25 bûye. lê bes êdî bila di ser feysbûkê de dijmîn û nifiran nebarîne ji roja ku ketiye polîtikayê zimanê xwe hetikandiye mesele ketina wî ya siyasetê nîn e di ser feysbûkê de wek zarokên ku diçin liseyê trîban diavêje yanî eyn dilê mariv digere. bila rexne bike û hewce ye jî lê kurtnivîsên wek ên ergenûsan rexne nabe ew tiştêk din e bavê min.. nivîskarên tirk yên serketî ewqas rexneyên xweş dikin ku mariv heyran dibe meseleyeke bi dehan rûpelan rave dikin mariv diheyire pirr kûr nêzê rûdanan dibin mariv wek wan nefikire jî dîsa dikeve di bin bandora nivîsê.. di van demên dawiyê de di rudawê de dest bi qunciknivîsiyê kiriye ya rastî kêfa min hat bila bi nivîsên rêkûpêk rexneyê bike êdî em jî bikaribin bixwînin..



05.12.2013 22:43 | ferhenga şikestî