Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gülo] de;

2. straneke erebesk e rihê zemanê berê yê salên 80'î jê difûrre, lê mesele ne ew e, ya ku ez li ber ketim, hozanê me hê ciwan bûye û li ser eşqê stranek gotiye sed mixabin serpêhatiya jiyana wî di heleke dî de çûye..

di cihekî stranê de dibêje 'gönlüm seni sevdi ne eyleyim, derdinden öleceğim' yanê dilê'm hej te kir ma çi bikim, ez ê ji derdê te bimirim'

êşiyam êşiyam pirr êşiyam, ev çawa dinyayek e ku zarokekî xama bi awayekî saf û henûn li jiyanê dinêre paşê dikeve li pey zarok-neteweya xwe û diçe û hey diçe, mirineke xedar tê li ber deriyê wî..

demekê min di kitêbekê de xwendibû, di kitêbê de bi gerîleyan re hevpeyvînan hebûn, gerîlayeke jin digo 'di destê min de gustîlîkek heye, dema ku ez xama bûm min ev gustîlik kiribû tilîyê xwe, min gotibû ez dergistiya kurdistanê me, piştre hatim çiyê hê jî di tiliyê min de ye û li ser qewlê xwe me' dema min hevokên wê gerîlayê xwendin hama du dilop ketin çavên min..

neteweya min ne karîn tehma zarotiya xwe derxînin ne jî karîn eşq û sewdayê bitehmijînin, wilo bi keser, êşan û xembar e dîroka vî gelî. bi milyonan trajediyên wilo bi kavil dagirtî ye dîroka me.

ez bawer im em zêde li pey kifşkirina tabloya mezin ketin û me trajediyên piçûk î şexsî ji bîr kirin..

niha ez nîv-serxweş im û min guhên xwe dane evê stranê, dibe ku pê bigirîm jî, ji ber ku hozanê min hej jê kir lê ev dinya ye, kambax e nehêliştîn tehma jiyanê derîne...



14.11.2015 19:31 ~19:33 | ferhenga şikestî

1. navê strana hozan serhat e.. wêga bi navê murat esen evê stranê derxistiye

di sala 1985'an de derxistiye..





14.11.2015 19:09 ~19:40 | ferhenga şikestî