Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çapemeniya tirkan] de;

1. aniha bûne sê beş

beşa ewil bi qewlê tirkan havuz medya ye ango çapemeniya hewzê

beşa dî ya kêmalîstan e

beşa sisê jî ya cim'eta gulenê ye

her yek ji wan ji ya dî genî ye, her yek ji wan ji ya dî alîgir û bêwijdan e

her yek ji wan ji ya dî berjewendperest û bênamûs e..

aniha li tv'yê temaşe dikim, ji her sê aliyan jî li tvya min kanalên qeydkirî hene, hemî giş di warê daîşê de bi rêbazeke ji hev cuda eynî tiştan dibêjin tê bêjî qey mehra wan di teştekê de hatiye birîn..

qaşo pisporan derxistine û dibêjin çima dema pkk êrîş li ser tirkiyê dibe û tevger û çalakiyên terorî dike hûn dengê xwe nakin? teror her yek e û niza çi û ne çi..

welhasil kêr pênç qirûşan nayên



14.11.2015 20:16 ~20:18 | ferhenga şikestî