Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.11.2015 kuştina tahîr elçî] de;

10. edît: tê gotin ku sîlehên polêsan kuru sıkı ye..

yanê bi tenê diteqin lê fîşekên wan jê napekin, birîndar nakin



29.11.2015 16:45 | ferhenga şikestî

9. beriya her tiştî serê malbata wî û serê tevahiya kurdistanê sax be û xwudê cihê rehmetî bike bihûşta rengîn..

de îja ez werim li ser meselê..

ezê di lînka jêr de vîdeoyekê parve bikim, di vê vîdeoyê de mîzansena dewletê gelek berbiçav e, her tişt gelek zelal e..

dekûdolapa vê dewletê li holê ye..

dema ku daxuyaniya çapemeniyê diqede,di kolaneke dî de di navbera polês û sê kesan de pêvçûn diqewime, zilamek jê ji kuçeyeke dî re direve du zilamên dî jî ber bi ciyê bûyerê dibezin, dema ku du zilam dibezin di destê herduyan de jî sîleh hene lê qet guleyan nareşînin hew direvin û baz didin, jixwe di dîmenan de ev yek diyar dibe, bi qasî penç şeş heb polês jî li wan temaşa dike û tevî ku gelek nêzik in jî hama guleyekê jî bi wan ve nakeve jixwe dema meriv bala xwe li ser nîşengeha silehên polêsan didee, mirov bi rehetî fêm dike ku armanca wan kuştina wan her du zilaman nîn e, ne şaş bim bi tenê yek ji wan ji milê xwe birîndar dibe û dîsa direve. polêsan gelek guleyan direşînin, tam di vê kêliyê de zilamê ku direve, sîleha xwe diavêje ber bi polêsekî, jê şûnda çi diqewime baş nayê fêmkirin, piştî reva wan polêsan nîşana silehên xwe ber bi tahîr elçî de didin û li ser hêv direşînin, di vê kêliyê de polêsek jê sîleha ku zilam avêtibû ber wî de, digire û diguherîne..

bi ya min polês bi sîleha wî zilamî tahîr elçî dikuje, dema ji kirîminalê rapora guleyan were, wê bê gotin ku ji guleyên terorîstan hatiye kuştin û îhale li ser pkk'yê bihêlin..

bi rastî min hê jî fêm nekir ew her sê zilamên ku ji teksiyê reviyan, kî ne..

Here lînkê



29.11.2015 16:36 ~16:38 | ferhenga şikestî