Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simurg56] de;

143. heqîqeten ez dibêjim qey qedr û qîmeta vî camêrî dê çend sal şûnde bê fêmkirin.
li ser tibê her çi bête hêşê we dike ku li vir bi zarê me binivîse. ez dibêjim qey bi kurdî ji xeynî tirşikÊ di tu platformeke dî de (pirtûk û kovar jî têde) li ser tibê ewqas pÊnas û agahî û zanîn tune ye.
ji bo simurg pêngaveke piçûk ji bo kurdistana pÊşerojê pêngaveke mezin...*



04.12.2019 09:50 ~09:53 | ferhenga şikestî

136. Şêr e şêr *



30.11.2019 17:31 | ferhenga şikestî

129. Hemî nivîsên wî dixwînim nexasim li ser tenduristiyê lê carinan gelek dirêj dinivîse û bêhna merê dişikîne loma ez carinan nîvco dihêlim nivîsê, diherim bêhnvedaneke cixarê û têm dewam dikim, haa çepikên xwe yên xurt qet jê texsîr nakim*



28.07.2016 14:09 | ferhenga şikestî

111. avakar, damezînêr û çêkerê tirşikê ye, kodên vê malperê jî ew bixwe çêkiriye...

yanî ne ez im, ev camêr e.

ji ber nûçeya tirşikê ya vê pêlê min bi diha'yê re kiribû, gelek kes dibên qey min çêkirye peyam falan jî gelek hatin lê ne ez im hevalno ev camêr e..



06.01.2016 12:05 | ferhenga şikestî

110. di vê entrya xwe de tsubasa/13332 behs kiriye ku ji ber temaşenekirina kartonfîlma tsubasayÊ, sohbeta wî ya ligel heval û hogirên wî tim nîvco mayiye, bila xem neke, min ji bo vî camêrî lînka hemî beşên tsubasayê peyda kirin û bo wî di vê entrya xwe de tsubasa/83147 lînka hanê pêve kire..

bila xem neke û neke li min li min*



04.01.2016 21:12 | ferhenga şikestî

108. bila ji kerema xwe re bikeve tirşikê

mesele pirr pirr girîng e min jê re peyam şande divê zuzuka bixwîne û bersiva min bide!!!



11.12.2015 14:10 | ferhenga şikestî

105. admîn û xwediyê tirşikê ye ku bi rastî meraq dikim;

-dikare peymanên taybet yên tirşikvanan ji hev re şandine, bixwîne?

-dikare kê çeppik an reşşik daye bibîne?

-dikare kî kê dişopîne bibinê

û bi kurt û kurmancî dikare tiştên veşartî yên em nikarin bibînin, bibîne?



14.11.2015 15:57 | ferhenga şikestî

104. bi vê entrya xwe çewtiya ferhenga şikestî/79549 wî ez şaş û perapeş kirime:(

lê axirî patronê me ye, stûyê me li ber xezaba pênûsa wî wek tayê porê keçikeke spehî zirav e

lewma ölde ölelim vur de vuralım reis*



11.11.2015 18:38 ~18:55 | ferhenga şikestî

101. bi qewlê gedeyên bajêr ê amedê, tam ağir abê ye..

law ma meriv ewqas jî cidî nabe yav, dema jê re hin caran peyaman dişînim, ji bo ku bêhna evî camêrî fireh bikim baş xirab hezar esprî dikim lê tiq tune ye, ne dikene ne digirî

patron secret secret*



10.11.2015 23:40 | ferhenga şikestî

97. kifş e ku ji min gelek eciz bûye êdî bersiva peyama min jî nade *

ez zêde zêde wî eciz dikim lê heyra her tişt ji bo ferhenga te ye û bo biçûkêt kurmanca ye, tê bêjî qey çıqara min heye...



17.09.2015 22:49 ~22:50 | ferhenga şikestî

93. her ku diçe vê ferhengê dewlementir û geştir dike, xwudêjêrazî..



29.05.2015 20:43 | ferhenga şikestî

83. nivîskarê ku ketime bextê wî û jê rîca dikim ku ew wêneya ku tu car nikarim lê binihêrim bila biguherîne..

lewra awirên wî şehîdî dil û kezzeb bi min de nehêliştin..



21.04.2015 20:46 | ferhenga şikestî

77. (bnr: birakujî)*



12.04.2015 23:44 | ferhenga şikestî

70. ez ken ken ken ken



05.04.2015 22:19 | ferhenga şikestî

68. bi rastî jî neyarên wî yên veşartî û nepenî hene,hin entryên vî feqîrê xwudê hene ku reşşik girtine, mariv ecêbmayî dibe*

nur yerlitaş/57407

acun ılıcalı/55348

alaya benînê/53679

bollywood/52659

sîstema nû ya tirşikê/49759

xelatên 1. rojbûna tirşikê/38712



05.04.2015 13:52 | ferhenga şikestî

65. min çavên wî xwaroo! bi şeref bi rojanekirina nû ya pargela tirşikê, ferhengê tekuztir û super kiriye



30.03.2015 21:18 | ferhenga şikestî

62. du gurçikên xwe jî bifiroşe dîsa dikare bijî, xelk û elem xwedî du gurçik in lê camêr xwediyê heft gurçikan e, maşalla xwedê ji serê civata me kêm neke *



08.01.2015 00:03 | ferhenga şikestî

54. nivîskarê ku bi ecêbmayî têkoşîna wî ya şêrîn dişopînim û xwe bi xwe dibêjim welleh hezar car helal be jê re, pispor-bijîşk e û ez jî di nexweşxaneyê de dixebitim û baş dizanim karê wan çendîn zor û zehmet e por li serê wan namîne lê ev camêr tevî ku bi karekî lenetkirî re mijûl e dîsa jî dikare bi tirşikê re eleqedar be.. sîstema nû ya tirşikê jî ew bixwe çêkiriye, çêdike..

ez ji vir bang li endezyarê me yê şêrîn mazlumozdogan dikim ku divê destê xwe bike binê kevirê û alikariya wî bike*



12.11.2014 22:31 | ferhenga şikestî

49. nivîskarê ku bi vê peyamana xwe mantiqa reşşikdayînê ya hin nivîskarên tirşikê/44241 ez ji kenan kuştime*



03.07.2014 11:18 | ferhenga şikestî

48. nivîskarê tirşikê ku navê wî yê rastîn bi rastî jî meraq dikim bila bi peyameke taybet navê xwe ji min re birêke û ez jî daxwaza hevaltiyê li ser feysbûkê birêkim hem em fît bibin:-)

notttt: eger neşîne bila giyan û rih û canê wî saxbe (lê ez ê rencîde bibim ew jî tiştekî cuda ye) :-)



14.06.2014 22:19 | ferhenga şikestî

25. nivîskarê ku di rexneya xwe de bi zimanekî sade û normal rexne kiriye.. ku hûn ji min bipirsin kêm jî gotiye..



15.02.2014 13:27 | ferhenga şikestî