Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şewata laşê mirov] de;

6. Cara ewil çepikên xurt bo peyama ewil...

Ez bawer im her kurd di jiyana xwe de qene carekê be jî ketiye ber xezeba şewatê.

Dema ez sê salî bûm av û çaya kelandî di serê min de rijiya, hemî laşê min şewitî tevî ku pir piçûk bûm jî hê jî ji bîra min naçe wan rojên xedar. Ji qirika min heta lingên min şewitîn rêç û şopa şewatê bi salan di laşê min de man, gelek ditirsiyam ku heta mirinê li ser laşê min bimînin. Ji ber ku travmayek bû di zarotiya min de her zarokê ku şopên şewatê ditînin henekên xwe bi min dikirin an jî dilê xwe bi min dişewitandin loma hem ji henekên ku li ser qisûrên însanan dikin hem jî ji dilpêşewitandinê nefret dikim. Zarok pirr zalim in.

Axirî ji xeynî li hela pişt ya milê min ê çepê ti şopa şewatê nema.

Lê ew travmaya wan çaxan ez anîm heta îroj...



12.08.2016 22:22 | ferhenga şikestî