Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kürk mantolu madonna] de;

11. ev pirtûk ji hêla du kesan ve ji bo kurmancî hatiye wergerandin.
nivîskarekî tirşikê xwe ji ber vê rewşê eciz kiriye.
cara ewil ez dixwazim bêjim, ji bo zimanekî û edebiyatekî wergerandina berheman pirr muhîm e. hem tehmeke xweş dide wî zimanî û wê edebiyatê hem jî meriv dikare bi zimanê xwe çand, kultur û edebiyatên xelkê binase. mirov ger her û her ji pencereya xwe li dervê binêre bi şeref nikare gavekê jî li pêş biavêje.
ne hewce ye ez bi sê saetan qala girîngiya wergerandina berheman bikim jixwe hûn giş zanin.
di wergerê de jî tiştê giring jî serkeftîbûna wergerê ye. her wergêr cihê ye. îroj tu du rûpel pexşanê bide li ber deh wergêran her deh jî dê metneke ji hevûdû cudatir derxînin. di zimanekî de wergêr, bi çi qasî zêde be ew karê wergeriyê bi wê qasî bi pêş dikeve.
xwudê bike ku rojekî em hemî berhemên cîhanê bi zimanê xwe bixwînin, û ya girîngtir jî xwudê bike ku her yek berhemekê bi deh kesan, bi bîst kesan ve bên wergerandin.

îroj mesela di zimanê tirkî de jî hama bêje her weşanxane wergerên xwe dike, belkî wergerek baş e lê jê baştir jî dê hebe. îroj wergera şer û aşitî ya tolstoyî hama bêje di hemî weşanxaneyan de heye. belkî deh kes wergera wê pirtûkê kirine, kîja werger bi gorî dilê te be tu dikarî bikirrî û bixwînî. hama wexta kurd vê yekê dkin dibe qebhet?



06.01.2020 14:03 ~14:05 | ferhenga şikestî