Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekşi elmalar] de;

4. navê fîlma dawî ya yilmaz erdoğanî ye...
min ekşi elmalarê ango sêvên tirş li sînemayê temaşe kir, wexta fîlmeke xweş bikeve vîzyonê diherim sînemayê
fîlmeke xweş bû min eciband, hevalên me rexne dikin bê ka çima erdoğan çima di fîlmên xwe de bi çavekî tirk mijarê dihune felan lê divê hûn êdî rastiya erdoğan qebul bikin û wilo herin temaşe bikin. erdoğan ne ji me ye, êdî yê wan e, çağan ırmak çi be erdoğan jî ev e hew ferqeke erdogan ev e ku mijarên filmên wî ji kurdistanê ye. loma êdî ez rexne li pragmatîzm û oryantalîzma wî nakim hew dibêjim fîlmek e.

fîlm ne bi qasî vîzontele serkeftî be jî di tehma vîzonteleyê de ye, ango hem diyalogên gelek komik hene, bûyerên komîk hene û hem jî film ji serî heya dawî dramek e.
carinan meriv dikene, dibeşişe carinan jî kelogirî dibe.
min film gelek ecibande, meriv wexta temaşe dike qet eciz nabe, dîmenên fîlmê gelek xweş bûn, jixwe herêma colemêrgê gelek xweş e..

hevokeke xweş a fîlmê hê jî di bîra min de ye:
''eskileri hatırlıyorum yenileri unuturken''
*



05.01.2017 15:54 ~15:56 | ferhenga şikestî