Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferqa wî/wê û vî/vê] de;

3. Wexta zayenda cînavkê nêr be qertefa tewangê jî nêr dibe û Wexta zayenda cînavkê mê be qertefa tewangê jî mê dibe û ger pirjimar be qertefa tewangê jî pirjimar dibe ( ev rêbaz ji bo bireseran jî derbasdar e)
Mînak: wî wêneyî, wî penseyî, wî bavî, wî kirasî, wî lawikî, wî hesabî, wî bajarî hwd... Wek tê dîtin cînavk jî qertef jî giş nêr in.

Mînak : wê pirtûkê, wê dewletê, wê jinikê, wê kevçiyê, wê telefonê hwd

Mînak : wan bajaran, wan mirovan, wan zarokan, wan pereyan hwd...



15.01.2017 13:14 | ferhenga şikestî

2. Wî û vî nêr e mînak: wî wêneyî bide/ vî wêneyî bide. wî ji bo destnîşana dûr e lê vî ji bo destnîşana nêz e ango eger bireser ango nesne di cihekî dûr de be meriv wî bi kar tîne û eger bireser di cihekî nêz de be meriv vî bi kar tîne. Di tirkî de meriv ji bo wê dikare bêje o ( o resim) ji bo vî jî dikare bêje vî (bu resim)
Minakeke dî : ez ji vî kurikî hez dikim ( diyar e ku Wexta behsa kurikî dike kurik di cihekî nêz de ye) ger bêjî ez wî kurikî hez dikim ( kurik di cihekî dûr de ye..

Wê û vê mê ye ev jî mîna mînaka jor e.
Eger nesne nêz be vî/vê bi kar tê û eger nesne dûr be wî/wê bi kar tê



15.01.2017 13:03 ~13:04 | ferhenga şikestî